18ê îlonê ji bo Skotlanda li ser rêya serxwebûnê rojeke dîrokî ye.
Di 2014an de di vê rojê de referandûmeke serxwbûnê hat lidarxistin.
Ji % 44.7ê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin “erê” lê ji % 55ê wan jî dengên xwe ji bo yekîtîya bi Brîtanyayê re bi kar anîn.
18ê îlonê ji bo Skotlanda li ser rêya serxwebûnê rojeke dîrokî ye.
Di 2014an de di vê rojê de referandûmeke serxwebûnê hat lidarxistin.
Partîya Netewperest a Skotlandê (SNP) ji vê dengdanê re pêşengtîyê kir.
Lêbelê encama referandûmê ne li gorî dilê serxwebûnxwazan bû.
Ji % 44.7ê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin “erê” lê ji % 55ê wan jî dengên xwe ji bo yekîtîya bi Brîtanyayê re bi kar anîn.
Ji wê rojê şûn ve, doza serxwbûna Skotlandê herdem di rojevê de ma û bû mijara sereke ya di navbera Skotland û Londonê de.
Di hilbijartinên dawî de Partiya Karkeran a Brîtanyayê li Skotlandê bi ser ket.
Gelek analîst ragihandin, encamên hilbijartinê doza serxwebûna Skotlandê lawaz kirine.
Lê rapirsîyên tên kirin nîşan didin, niha li Skotlandê alîgîrîya serxwebûnê hîn zêdetir bûye.
Rapirsî (anket) nîşan didin, desteka ji bo serxwebûnê nêzîkî ji % 50 ye.
Hin bûyerên giring ku ên piştî referandûma serxwebûnê li Skotklandê pêk hatin wiha bûn:
2019 – SNP li Skotlandê bû partiya yekemîn
SNP di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê û xwecîhî (lokal) de serkeftinek bi dest xist. Partiyê li Skotlandê ji %38ê dengan girt û bû partiya yekemîn.
Di hilbijartina lokal de serfiraziya partiyê zêdetir berbiçav bû. Hema hema hemû konseyên (şaredarî) li Îskoçyayê di vê hilbijartinê de ketin destên SNPê.
Partiyê bi tenê şaredariyên li giravên Orkney û Shetlandê yên li bakurê welat winda kirin.
2021 – SNPê nexşerêya xwe eşkere kir
SNPê di destpêka vê salê de di derbarê nexşerêya referandûma duyemîn de belgeyek weşand.
Di nexşerêyê de bi eşkereyî tê diyarkirin, London destûrê nede jî, ew ê Skotland ji ya xwe danekeve û referandûma serxwebûnê lidar bixe.
Beriya lidarxistina referandûma yekalî ya ji bo self-determînasyonê wê yekitiya gelê Skotlandê bê avakirin.
Ev yekitî wê di bin banê Konvansiyona Destûra Bingehîn de pêk were û tê de wekîlên Skotlandî yên li parlamentoyên Brîtanya û Skotlandê ligel nûnerên civaka sivîl cî bigirin.
2021 – Skotland referandûma serxwebûnê daxwaz kir
Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon di axaftina xwe ya di konferansa online de diyar kir, ew dixwazin di sala 2023an de referandûmeka serxwebûnê li dar bixin.
Sturgeon bang li serokwezîrê brîtanî Boris Johnson jî kir û bi van gotinan jê xwest li pêşiya referandûmê nebe asteng:
“Eger bi qasî misqalek jî hurmeta te ji demokrasiyê re heye û eger baweriya te bi argumanên te yên li hemberê serxwebûnê heye, destûrê bide bila milet biryarê bide.”
2022 – Brîtanyayê pêşiya serxwebûna Skotlandê girt
Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kir.
Dadgehê diyar kir, bêyî daxwaza hukumeta brîtanî, Skotland nikare bi tena serê xwe referandûm li dar bixe.
Serokê dadgehê Robert Reed got, biryara derbarê referandûmê de di destê Parlamentoya Brîtanyayê de ye.
Dadgehê di biryara xwe de li ser mafê navneteweyî ya diyarkirina qederê jî sekinî got, “ev maf encax ji aliyê miletên di bin zilmê û dagirkeriyê de ne dikare bê bikaranîn.”
Bi vî awayî, dadgeha brîtanî meseleya Skotlandê ji Kosovayê veqetand û rê li mafê diyarkirina qederê girt.
2023 – Skotland stratejiya serxwebûnê diyar kir
Li Skotlandê konferanseke giring a li ser stratejîya serwebûnê hat lidarxistin.
Di bernameyê li Aberdeenê de SNP stratejiyeke serxwebûnê ya nû qebûl kir.
Li gorî stratejiya nû, hilbijartina bê wê bibe referandûmeke de facto ya ji bo serxwebûnê.
SNP wê hewl bide ji 29 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê de bi dest bixe.
Skotland di Parlamentoya Brîtanyayê de bi 57 wekîlan tê temsîlkirin.
Ku ev yek pêk were, Skotland wê ji bo referandûmeke serxwebûnê gav bavêje.
2024 – Brîtanya referandûma Skotlandê red kir
Di encama dengdana di Parlamentoya Brîtanyayê de pêşniyazqanûna serokê Alba Partyê Neale Hanvey hat redkirin.
228 wekîl li dij û 48 wekîl jî di lehê pêşniyaza Hanvey de dengên xwe bi kar anîn.
Kesên dengên erênî bi kar anîn wekîlên SNP (Partiya Netewperest a Skotlandê), Plaid Cymru û wekîlekî partiya mihefazakar bûn.
Pêşniyazqanûna self-determînasyonê di nava xwe de guherîna Qanûna Skotlandê ya 1998an dihewand.
Eger ev belge di parlamentoyê re derbas bûbûna wê mafê lidarxistina referandûmê li qanûna 1998’an bihatana zêdekirin.
2024 – Partîya Karkeran li Brîtanyayê bi ser ket
Partîya Karkeran ku ev çend sal in di mixalefetê de bû, li di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê de serkeftinê bi dest xist.
Bi rêjeya ji % 33ê dengan 411 kursîyên parlamentoyê ketin destên vê partîyê.
Encamên vê hilbijartinê ji bo SNPê ku serxwebûna welêt daxwaz dike, ne erênî bû.
SNP serdestîya xwe ya li Skotlandê winda kir û piştî Partîya Karkeran bû partîya duyemîn.
—————————————————-
Foto: Ala Skotlandê
Infowelat