Çalakiya “Sonda Jiyana Bi Kurdî” hat lidarxistin

Li Amedê ji bo Kurdî çalakiyeke balkêş hat lidarxistin.

10 ciwanên endamên Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo parastina ziman bi Kurdî sond xwarin.

Li Amedê komeke ciwanan ji bo Kurdî çalakiyeke cihêreng li dar xistin.

10 ciwanên endamên Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo parastina ziman bi Kurdî sond xwarin.

Sonda ziman bi Kurmancî û Zazakî hat xwarin.

Ciwanên sondxwarî diyar kirin, ew ê di jiyanê de ji bilî Kurdî bi tu zimanekî din neaxivin.

Polêsên ji bo çalakiyê hatin qadê, xwestin bi Tirkî bi çalakgeran re biaxivin.

Lê çalakgerên ciwan axaftina bi Tirkî red kirin û bi Kurdî bersivê dan polêsan.

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad li ciyê çalakiyê daxuyanî da çapemeniyê.

Azad wiha axivî:

Banga platformê ya ji bo çalakiyê.

“Gelek cureyên çalakiyên protestoyê hene ku em ê li Kurdistanê qonax bi qonax, bi metoda berxwedana pasif li dar bixin. Çalakiya me ya pêşî yanî ev çalakî sonda jiyana bi Kurdî ye.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan îcar dest bi sonda xwe kirin.

Hin ciwanên din ji bo destekê hatin meydana ku çalakî lê hat lidarxistin.

Çi ye Platforma Ciwanên Serbixwe?

Platforma Ciwanên Serbixwe komeke ciwanên Kurd e ku kurtedemek berê hat damezrandin. Platform bi riya kampanyaya medyayê daxwaza xwe ya ji bo parastina Kurdî ragihand. Endamên komê diyar dikin, ew xwedî xeteke serbixwe ne û “pêwendiya wan digel tu rêxistin û partî û tevgerekê tune ye.”
Hêjayî gotinê ye, kampanyaya medyayê ya platformê bi giranî di Rûdawê û medyaya din a nêzîkî PDK’ê de cî girt. Nûçeya çalakiya li Amedê jî hema hema bi tenê ji aliyê heman medyayê ve hat weşandin. Sterk TV, Medya Haber, Ozgur Polîtîka û weşanên din ên di vê xetê dê nûçeya Sonda Kurdî nedan. Ji vir jî diyar dibe KCK, medyaya di bin kontrola wê de û tevgera legal a Kurd li çalakiyê bi guman dinêre.
Foto: Çalakiyê Sonda Kurdî / Bedri Adanır – Bianet

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …