Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin.

Serkeftina leşkerî derî li serxwebûna Vietnama sosyalîst vekir.

Îro roja salvegera Şerê Dien Bien Phu ya li Vietnamê ye.

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin.

Serkeftina leşkerî derî li serxwebûna Vietnama sosyalîst vekir.

Dien Bien Phu devereke li bakurê Vîetnamê ya li nêzîkî sînorê Laosê ye.

Şerê li vê deverê di 13ê adarê de bi êrişên leşkerên Vietkongê (Enîya Rizgarîya Neteweyî ya Başûrê Vietnamê) dest pê kir.

Amerîkayê di vî şerî de bi hêza xwe ya hewayî destekê da yekîneyên fransî.

Şerê Dien Bien Phuyê 54 roj dom kir û di 7ê gulanê Artêşa Fransayê teslîm bû.

Ho Chi Minh û fermandarê Vietkongê General Nguyen Giap/Wikipedia

Her du alî jî di şer de windahîyên giran dan.

Li derdora 8,000 leşkerên fransî hatin kuştin û 15,000 leşker birîndar bûn.

Bi hezaran leşkerên Artêşa Fransî dîl ketin destên hêzên vîetnamî.

Di şer de 5,000î zêdetir leşkerên Vietkongê jiyana xwe ji dest dan.

Vietnama serbixwe 

Di heman salê de Fransa û Vietnam  Peymana Cenevê îmze kirin.

Fransa leşkerên xwe tevlî Vietnamê, ji welatên Hîndî-Çîn tê pênasekirin, vekişand.

Lêbelê Fransa berîya vekişe, Vietnamê li ser paralela 17. kir du parçe.

Nexşeya minawreyên dema Şerê Dien Bien Phuyê/Wikipedia

Li bakurê welêt di bin lîderîya Ho Chi Minh de Komara Demokratîk a Vietnamê hat damezrandin.

Dewleta li başûrê welêt hat avakirin di nava demê de ket bin kontrola sîyasî û leşkerî ya Amerîkayê.

————————————

Foto: Ala Vietnamê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina …