Kovara Forûma Federasyonan li ser Îspanyayê ye

Mijara hejmara 62. a kovarê li ser rewşa ziman a Îspanyayê ye.

Di bin sernivîsa Zimanên Kêmar ên li Îspanyayê: Naskirin, Destek û Hin Alozî de ligel hêmanên bingehîn ên çarçoveya hiqûqî tê gotûbêjkirin.

Hejmara dawî ya kovara Forum of Federations (Forûma Federasyonan) hate weşandin.

Mijara hejmara 62. a kovarê li ser rewşa ziman a Îspanyayê ye.

Di bin sernivîsa Zimanên Kêmar ên li Îspanyayê: Naskirin, Destek û Hin Alozî de ligel hêmanên bingehîn ên çarçoveya hiqûqî tê gotûbêjkirin.

Ligel vê jî, kovar li ser pratîka modelên cihêrengiya ziman a li Îspanyayê disekine.

Nivîsên di kovarê de ji xwe re Destûra Bingehîn a Îspanyayê û statuyên otonomiyê yên herêman esas digirin.

Herwiha ji bo rêka guherînên muhtemel ên di dema bê de jî hin pêşbînî tên kirin.

Gotarên di hejmara dawî ya kovarê de ji aliyê akademîsyenên ji Îspanyayê Alberto López-Basaguren û Antonio López Castillo ve hatine nivîsandin.

Kurteçîroka Forûma Federasyonan

Forûm bi pêşengiya hukumeta Kanadayê, di 1999’an de di konferansa li ser federalîzmê ya li eyaleta Quebecê hate damezrandin.

Foruma Federasyonan rêxistineke navneteweyî ye ku li ser pratîka federalîzmê û desentralîzasyonê lêkolînan dike.

Forûm bi pêşengiya hukumeta Kanadayê, di 1999’an de di konferansa li ser federalîzmê ya li eyaleta Quebecê hate damezrandin.

Piştî vê konferansê, çar konferansên din ên li ser federalîzmê li Swîsre, Belçîka, Hîndistan û Etiyopyayê hatin lidarxistin.

Bi dûv bernameya li Belçîkayê ya di 2005’an de, Awustralya, Brazîl, Etiyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya û Pakistan bi rêxistinê re peymana partneriyê îmze kirin.

Bi vê peymanê, hejmara endamên rêxistinê gihîşt 9’ê.

Ji bo daxistina hejmara 62. a kovarê bitiqînin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …