Schmitt, siyaseta kurd û hebûna polîtîk

Em hêvî dikin siyaseta me ya deştê û çiyê ji bo domandina hebûna xwe ya “polîtîk” ku bi têgehên “halklar”, “bölgeler” û “neteweya demokratîk” hatîye dorpêçkirin, di vê dema krîzê de hebûna polîtîk a neteweya kurd navêjin ser sergo.

“Eger gel ji alîyê polîtîk ve nikaribe dost û dijminê xwe nas bike an nexwaze nas bike, di wê kêlîyê de ji alîyê polîtîk ve hebûna wî ji holê radibe.”

Hiqûqnasê alman Carl Schmitt ku wekî teorîsyenê polîtîkayê tê naskirin, derbarê têgeha “polîtîk” de van gotinên balkêş dinivîse. Qonaxa gelê kurd îro tê re derbas dibe vê tesbîta Schmitt dike meseleyeke aktuel.

Piştî şerekî bêeman ê di 10 salên dawî de dewleta tirk sînyalên proseyeka nû ya hevdîtinan dide. Sebeba lezûbeza erkdarên tirk, pêşîgirtina Kurdistaneke yekgirtî ye ku dikare di encama dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de derkeve holê.

Rewşa sîyaseta kurd ku ji zû de ye ji sifetê “kurd” dûr ketîye û di nava qereqola “halklar” de asê maye, di vê dema krîza herêmî de hêvîyê pêşengîyeke serfiraz nade gel.  Rêveberîya DEM Partîyê bi eşkereyî li hember îhtimala “guherîna sînoran” helwest nîşan dide. Xema wan ne statûyeke polîtîk a ji bo bakurê Kurdistanê ye lê siberoja Komara Tirkîyeyê ye.

Herçî sîyaseta biçek a kurd e, rojeva wê hem li bakur û hem jî li diyasporayê l bi tevahî ji meseleya rizgarkirina Ocalan pêk tê. Talana xweza û çavkanîyên Kurdistanê, asîmîlasyona xedar, jinavçûna kurdî û meseleyên din ji bo wê detay in û nabin beşeke rojevê.

Hem sîyaseta bêçek û hem jî ya biçek di vê qonaxa ku îhtimala hilweşandina kolonyalîzma herêmî derdikeve holê, bi dîskûrs û pratîka xwe li gorî aqleke kurd a xwedî stratejîyeke neteweyî tevnager in.

Carl Schmitt dibêje, “biryara di dema krîzê de hatîye girtin dibe sebeba pêkhatina yekitîya polîtîk. Bi vê biryarê, an dost û dijmin ji hev tên naskirin an jî hebûna polîtîk tê bidawîkirin.”

Em hêvî dikin siyaseta me ya deştê û çiyê ji bo domandina hebûna xwe ya “polîtîk” ku bi têgehên “halklar”, “bölgeler” û “neteweya demokratîk” hatîye dorpêçkirin, di vê dema krîzê de hebûna polîtîk a neteweya kurd navêjin ser sergo.

Edîtor

Derbarê înfo welat DE

Li vê jî binêre

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran …