Lîsteya fînalîstên Xelata Şaredarê Cîhanê yê 2014’an diyar bû. Di lîsteyê de 25 şaredarên serfiraz ên ji hemû parzemînên cîhanê ciyê xwe girtin. Îsal ji Tirkiyeyê şaredarê Îzmîrê Ahmet Kocaoglu jî ket nava şeş şaredarên ku ji Asyayê hatin hilbijartin.
Piştî amadekirina lîsteyê, wê bi riya e-maîlan welatiyên ji bajarên ku şaredar li ser kar in dengên xwe bidin. Welatî di heman demê de wê şîroveyên xwe yên di derbarê aliyên erênî û neyênî yên xebata şaredaran de pêşkêş bikin û heta meha Cotmehê bikaribin deng û şîroveyên xwe bişînin. Di dema diyarkirina şaredarê fînalîst de ligel dengan wê şîrove jî bên nirxandin. Piştî pêvajoya nirxandinê, wê şaredarê serkeftî ji aliyê desteyeke Weqfa Şaredarê Bajar bê hilbijartin.
Şaredarên ku dixwazin beşdarî vê pêşbirkê bibin divê Prensîbên Etîk a ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin îmze bikin. Prensîbên Etîk ji 11 xalên ku rêvebiriya lokal a baş teşwîq dike, hatine amadekirin.
Lîsteya fînalîst ji van şaredariyan pêk tê:
Amerîkaya Bakur
Şaredarê Calgaryê, Kanada
Şaredarê Houstonê, DYA
Şaredarê Oklahoma Cityê, DYA
Şaredarê Sacramentoyê, DYA
Amerîkaya Latîn
Şaredarê Belo Horizonteyê, Brezîlya
Şaredarê Guatemala Cityê, Guatemala
Şaredarê Monteriayê, Kolombiya
Şaredarê Sucreyê, Wenezûela
Ewropa
Şaredarê Gentê, Belcîka
Şaredarê Bordeauxê, Fransa
Şaredarê Selanîkê, Yewnanîstan
Şaredarê Rigayê, Letonya
Şaredarê Ribera de Arribayê, Spanya
Şaredarê Bristolê, Brîtanya
Asya
Şaredarê Surabaya, Endonezya
Şaredarê Hayfayê, Îsraîl
Şaredarê Iloilo Cityê, Fîlîpîn
Şaredarê Cîdeyê, Erebîstana Siûdî
Şaredarê Seûlê, Koreya Başûr
Şaredarê Îzmîrê, Azîz Kocaoglû
Awistralya
Şaredarê Sydneyê, Awistralya
Afrîka
Şaredarê Victoriayê, Afrîka
Şaredarê Mangaung, Afrîkaya Başûr
Çavkanî: Worldmayor.com