Mîhrîcana Otonomiya Kurd

Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê mîhrîcan li dar xist.

Li Rûsyayê Mîhrîcana Otonomiya Kurd hate lidarxistin. Hunermendên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê di mîhrîcanê de hunera xwe pêşkêş kirin.

Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê mîhrîcan li dar xist.

Mîhrîcan bi piştgiriya Wezareta Neteweyan a Rûsyayê û Wezareta Têkiliyên Civakan û Polîtîkaya Navxweyî ya Herêma Saratovê hate lidarxistin.

Di mîhrîcanê de ku li Mala Çand û Hunerê ya Neteweyî pêk hat, hunermendên ji gelek neteweyan tevlî bûn.

Mîhrîcan bi 2 qonaxan pêk hat. Qonaxa destpêkê di navbera 15’ê Îlonê û 20’ê Cotmehê de bû. Ji neteweyên cuda yên Rûsyayê gelek hunermendan serlêdan kirin û ji aliyê jurî ve hate nirxandin. Di encamê de jî ji 6 herêmên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Hunermend ji Moskov, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stravrapol û Adigeyê beşdar bûn.

Mîhrîcan bi rengê pêşbirkê derbas bû. Di encamê de jî di kategoriya zarokan a koma destpêkê de Yûnûsova Mariya ya ji navçeya Krasniî Kût a herêma Saratovê bû yekemîn, Yeva Arûtsamyan a ji heman ehrêmê bû duyemîn û Malayev Bûlat jî bû sêyemîn.

Di koma duyemîn de jî Îmozemtseva Vîktoriya ji Saratovê bû yekemîn, Aliyeva Azîza ji navçeya Krasniî Kût bû duyemîn û Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê bû sêyemîn.

Di beşa mezinan de jî ji bajarê Novoaleksandrovskê Kolalev Artem bû yekemîn, ji navçeya Yerşov a Saratovê Mîrzayeva Gylîzar bû duyemîn û ji herêma Tambovê jî Ûsenov Mexmet bû sêyemîn.

Mîhrîcan bi belavkirina xelatan li serketiyan bi dawî bû.

——————

Foto: Dîmena temaşevanên festîwalê / Jêder: Ozgur Polîtîka

Ev nivîs ji JINNEWSê hatiye wergirtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …