Serokwezîrê Portugalê Costa îstifa kir

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa ji karê xwe îstifa kir.

Duh polêsan ji bo lêpirsîna îdîayên gendeliyê bi ser mala Costa de girtibûn.

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa ji karê xwe îstifa kir.

Lîderê Sosyalîst ku ev demeke dirêje li ser kar e, rastî lêpirsîna polêsan hat.

Duh polêsan ji bo lêpirsîna gendeliyê bi ser mala Costa de girtin.

Piştî vê, serokwezîr Costa daxuyaniyeke zindî ya televîzyonê li dar xist û îstîfaya xwe li dar xist.

Sebeba lêpirsîna Costa îdîayên gendeliyê yên projeya kişfê ya lîtyûmê ye.

Hukumeya Sosyalîst a Costa destekê dida projeya lîtyûmê ku rastî hin reaksiyonan dihat.

Xwezaparêz didin zanîn, proseya bidestxistina lîtyûmê zirarê dide xwezayê.

Bi dûv îstifaya serokwezîr, Serokê Portûgalê Marcelo Rebelo de Sousa biryara domandina an jihevxistina parlamentoyê wê bide.

Ofîsa serokatiyê ragihand, lîderên partiyên siyasî wê îro tevlî civîna Konseya Dewletê bibin.

Di civînê de wê rewşa dawî ya piştî îstifayê bê gotûbêjkirin.

Antonio Costa di 2015’an de bûbû serokwezîrê Portugalê.

Partiyên biçûk ên çepgir destekê dabûn hukumet koalîsyonê ya Costa.

Foto: Daxuyaniya Antonio Costa ya ji bo îstîfayê / Twitter

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …