Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî darvekirina girtiyên kurd û yên belûc ji aliyê rejîma Îranê şermezar kir û ragihand ku kuştinên vê dawiyê tirsa darvekirina Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî jî aniye rojevê. Cîgirê Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê HassîbaHac Sahraoi, di daxuyaniya xwe ya di 28’ê …
Bêtir »Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne
Senatorê herêma xweser a Newala Aostayê ya li bakurê Îtalyayê Albert Laniece hewldanên demên dawî yên li hember herêmên xweser ên xwedî statuya taybet rexne kir. Laniece’yê ji Yekitiya Aostayê (UV) got ku di demên dawî de ji aliyê hin partiyên neteweyî pêşniyazên tengkirina xweseriya van herêman hatine kirin. Senatorê …
Bêtir »Wîlayeta Nînowayê ji bo serxwebûna enerjiyê gavekê avêt
Wîlayeta Iraqê Nînowa ku cîranê Kurdistanê ye, dest bi hevdîtinên bi şîrketê petrolê kir. Nînowa di heman demê de ji bo hêsankirina xebata şîrketên petrolê ya ser erdê xwe, çarçoveyeke hiqûqî jî amade dike. Waliyê Nînowayê Athîl Nucaîfî da xuyakirin ku hikumeta Bexdayê bi giranî li ser qadên petrolê yên …
Bêtir »Pêşniyaza damezrandina Polînezyaya Federal
Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a li Polînezyayê Tavini Huiraatira pêşniyaz kir ku eger vî welatî bibe serbixwe bila sîstema wê ya siyasî federal be. Van dîtinan ji aliyê serokê partiyê ve di kongreya partiyê ku rojên 18 û 19’yê Cotmehê hat lidarxistin de hat îfadekirin. Serokê partiya serxwebûnxwaz a …
Bêtir »Quebecê careke din mafê diyarkirina qederê bi bîr anî
Parlamentoya Neteweyî ya Qubecê bi pêşniyaznameyekê ji hikumeta Kanadayê xwest ku rêzê ji mafê diyarkirina qederê ya vî welatê ku piranî fransewî lê tê axaftin, bigire. Pêşniyaznameya ku di 22’yê Cotmehê de di Parlamentoyê de dengdayina wê hat kirin, bi dengên hemû parlementerên Quebecê yên ji hemû partiyan hat qebûlkirin. …
Bêtir »Dema parvekirina Kerkûkê ya li du parçeyan hat
Hefteya borî Malîkî fermandarê hêzên xwe yên leşkerî Alî Ghedan şand qada leşkerî K11 a li Hawîceya Kerkûkê ku dibin kontrola Tûgaya 21’emîn a Iraqê de ye. Ghedan li wir tevlî fermandarê hêzên Dîcleyê bi endamên eşîrên ereban re civîn li dar xist û paşê Malîkî bi civîneke medyayê carekê …
Bêtir »Protestoyên li hember Qanûna Wert a hikumeta spanyol. Qanûna nû ku wê di 2014-2015’an de bê tetbîqkirin, bêyî beşdariya aktîf a welatiyan û herêmên xweser ên Spanyayê, di modela perwerdeyê de guherîneke mezin çêdike. Bi vê modelê, garantiya ji bo perwerdeya xwedî qelîteyek bilind, sosyal û demokratîk ji holê tê rakirin. Modela nû, modela perwerdeya ziman a li hin herêmên xweser ku 30 sal in tê meşandin jî diguherîne û li van herêman saetên dersa spanyolî zêde dike.
1,600 kes beşdarê bernameya axaftina bi baskî bûn
Li herêma Baskê ya li Spanyayê 1,600 mirov beşdarê bernameya duyemîn a Berbaguneayê ya li Bilbaoyê bûn. Ev çalakî bi armanca beşdar bi zimanê baskî bi hev re biaxivin û nîqaşan bimeşînincara ewilî sala borî hat lidarxistin. Bername ji aliyê Şaredariya Bilbaoyê û Meclîsa Wîlayetê ya Bizkaiyayê (Diputacion Foral de …
Bêtir »Çawa girtina general Pinochet wateya edaletê guherand
Serokê kevn ê Şîliyê Augusto Pinochet, bi kiryarekê ku edaleta navneteweyî heta bêdawîtiyê guherand, di 16 Çîriya Pêşîn a 1998’an de li Londonê hat girtin. 15 sal piştî vê, her du lîstikvanên herî girîng ê vê çîrokê –parêzerê spanyol Joan Garces û lêkolînerê kevn ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya …
Bêtir »Di bîranîna Şerê Leipzigê yê 1813’yan ê di navbera artêşa Napolyon û hêzên ewrûpî de 6000 kes rol girtin. Di vî şerê mezin de hejmara hêzên Napolyon 185,000 û yên îtîfaka hêzên ewrûpî yên wekî Rûsya, Prûsya, Awistirya û Swêd 320,000 bû. Artêşa Napolyon di vî şerî de têk çû û saleke şûn de hêzên ewrûpî bi êrîşeke dawî rejîma Napolyon hilweşandin.
Li Yemena Başûr xwepêşandana ji bo serxwebûnê
Bi dehezaran welatiyên Başûrê Yemenê bi daxwaza serxwebûnê di 12’ê Çiriya Pêşîn de li paytext Adenê meşiyan. Ji ber ku Başûrê Yemenê di 1967’an de di vê rojê de ji kolonyalîzma Brîtanya rizgar bûbû, roj di dîroka başûr de xwedî ciyekî taybet e. Ji aliyê beşdariya berfireh, vê meşê bû …
Bêtir »Li Etiyopyayê gundekî komunal
Li Etiyopyayê ku welatekî oldar û xwedî kevneşopiyeke xurt a çandî ye, gundekî ku jin cot dikin û mêr dirûnê dikin bûye modeleke ji bo pêşketin û kêmkirina xizaniyê. Awra Amhaya li bakûrê welat ku gundekî biçûk e û bi tenê 500 mirov lê dijîn, bi vî aliyê xwe balê …
Bêtir »Kurtefîlma Adnan Osman “Antênna ”
Derhêner Adnan Osman ku ji Kurdên Başûr e, bi kurtefîlma xwe ya yekemîn “Antênna” li “4. Rojen Fîliman a Diyarbekirê” derket pêşberî temaşevanan. Antênna kurtefîlmeke 12 deqîqe ye. Fîlm li Başûr hatiye kişandin û piştgiriya “Wezareta Rewşenbîri û Ciwanan” ya hikumeta heremê jî girtiye. Di sînemaya kurdan da …
Bêtir »YE rapora Tirkiyeyê weşand
Konseya Ewropayê rapora xwe ya salane ya di derbarê Tirkiyeyê de di 16’ê Çiriya Pêşîn de eşkere kir. Konseyê bi rapora xwe ya bi navê Rapora Pêşketinê ya 2013’an de da zanîn ku digel ku kêmasiyên Tirkiyeyê yên di warê parastina mafên bingehîn de hene jî, ji hikumetên welatên Yekitiya …
Bêtir »Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan
Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan. Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û …
Bêtir »Bandora çandê li ser ziman: Wek mînak çanda kurdî
Bi giştî tê bawerkirin ku çand tê afirandin lê ziman nîvî ji zayinê tê û heta astekê sirûştî ye. Her du jî di rêwîtiya jiyanê de pêş dikevin û xwedî qadên xebatên vekirî û cuda cuda ne. Cudatiyên çandî û varyantên ziman jî di derxistina wateyên din ên heman peyv …
Bêtir »Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge hat li dar xistin
Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kafkas hat organîze kirin, li Enqereyê hat li dar xistin. Ji 9 welatan 50 akademîsyen û mamosteyên ziman beşdarê konferansê bûn. Federasyona Komeleyên Kafkas (KAFFED) bi armanca pêşxistina hişmendî cihêrengiya ziman û bi taybetî jî balkişandina di derbarê zimanê adîge …
Bêtir »Li Edeneyê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin
Li Tirkiyeyê cara ewilî dibistaneke çerkezan a bi navê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin. Pêşdibistana ku ji aliyê Komeleya Çerkez a Edeneyê hat vekirin, di Îlonê de dest bi perwerdeyê kir. Komeleya Çerkez a Edeneyê di 2012’an de dest bi lêgerîna avakirina dibistaneke kafkas kir û li Taxa Guzel Yali ya …
Bêtir »Nûnawût daxwaza desentralîzasyonê kir
Serokê herêma Nûnawût a li bakurê Kanadayê Eva Aariak ji hikumeta federal a Kanadayê daxwaz kir ku di warê desentralîzasyonê de bi wan re dest bi muzakereyê bike. Aariak li ser vê mijarê da xuyakirin ku divê di warê hêza kontrola ax, av û çavkaniyên xwezayî de hikumeta Ottawayê bi …
Bêtir »Festîwala Sînemaya Fantastîk a Sitgesê dest pê kir
Festîwala Sînemaya Fantastîk a navneteweyî li bajarê Sitgesê ya li Katalonyayê dest pê kir. Di çarçoveya festîwala ku wê di navbera 11-20’ê Çiriya Pêşîn bê li dar xistin de, ji hemû cureyên sînemaya fantastîk 140 fîlm beşdar dibin. Wezîrê Çandê ya Hikumeta Katalonyayê Ferran Mascarell ku beşdarî merasîma vekirinê ya …
Bêtir »Li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir
Di çarçoveya ziman û zaravayên zindî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li du dibistanên li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir. Li du dibistanên navîn ên li navçeya Rîzeyê Findikliyê (Viçe) 82 û li dibistaneke navîn a li navçeya Artvînê Arhaviyê 13 xwendekar ji bo bikaranîna mafê dersa …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat