‘Bi tenê prokeye mezin’: Pêşketina Tevgerên civakî yên Îtalyayê

 

 

Eger rojekê ku bi awayekî sembolîk bikaribe têkoşîna heyî ya li hember kêmkirina mesrefan û neolîberalîzmê ya li Îtalyayê temsîl bike, divê wê rojê 19ê Kanûna 2013’an be ku roja Serhildana Giştî (Sollevazione Generale) ya li hember kêmkirina mesrefê ye. Wê rojê, li paş afîşeke ku li ser “Bi tenê Projeyeke Mezin: Dahat û Xanî ji bo Herkesî!” hatibû nivîsandin, li derdora sed hezar kes daketin kolanên Romayê. Ev, ji dema destpêka krîza aboriyê ya di 2007’an û heta vir wekî xwepêşandana herî serkeftî ya tevgera sosyal a îtalyan dihat dîtin.

Vê rojevê, tevlî gelek tevgerên ji bin ve, komên xweser ên wekî xwendekar, girseyên ku endamên sendikayan e, karkerên di rewşa ne ewle de dijîn û koçber, ji aliyê Tora Jiyankirina di nava Krîzê de (rete abitare nella crisi) –toreke tevgerên çalakiyên ji bo bidestxistina xanî ya îtalyan- piştî meclîsên ku ji aliyê tevgera Ji TAV’re Na ya ku havîna borî li Val Susayê hatin birêxistinkirin, hat damezrandin û destekirin.

Rewşa Awarte ya Xaniyan a Îtalyayê

Di 2013’an de, ji ber ku nekaribûn di dema wê da kirêya xwe bidana, ji 68.000 malbatan hat xwestin ku xaniyên xwe terk bikin. Di 2007’an de hejmara malbatên di heman rewşê de 35,000 bû. Tiştê ku vê rewşê dijwartir dike ev e ku digel 650,000 mirov daxwaz kirine ku tê de bijîn, li seranserê Îtalyayê di navbera 30,000 û 40,000’î de xaniyên ku ji aliyê konseyan * hatine çêkirin vala ne. Sebeba vê rewşa awarte ev e ku ji % 90’ê kesên ku talîmata valakirina van xaniyan ji wan re hatine şandin, kesên ku dahata wan têra dayina kirêya wan nake ne. Ji ber ku ew di demên dawî de ji kar hatine derxistin an ji ber ku meaşê wan têr nake. Bi gotineke din, sebeba sereke ya li paş krîza xaniyan, di nava çînên xwedî dahata kêm de zêdebûna xizaniyê ye. Li gorî xebateke dawî ya li ser ahenga civakî ya ku ji aliyê INPS’ê (Enstîtuya Îtalyan a Ewlekariya Civakî) 14,3 milyon mirov (ji %23.8’ê hemû nifûsa îtalyan) di sala 2012’an de di nava xizaniyê de dijiyan. Rapora INSP’ê di heman demê de nîşan dikir ku asta xizaniyê bi taybetî li herêmên herî zengîn ên li bakur ku di demên dawî de gelek kes li wir ji kar hatin derxistin, zêde bûye.

Serfiraziya 19’ê Cotmehê

Dema ku mirov nebeşdarbûn heta nedestekdayina partiyên navendê û çep ên parlamentoyê û sendîkayên sereke li ber çav bigire, beşdariya pir zêde ya ji bo xwepêşandanê pir balê dikişand. Piştî salên dirêj, cara pêşiyê tevgerên ji bin ve û komên polîtîk ên radîkal tevlî endamên ji piraniya tebeqeyên civakê yên ku çînên xwedî dahata kêm a Îtalyayê di nava xwe de dihewand in, karibûn di meşeke neteweyî de dakevin kolanan. Li kolanên Romayê aktîvîstên Ji TAV’ê re Na ku li hember avakirina TAV’ê derdiketin –xeta trêna ya xwedî lezeke bilind a li Val Susayê- bi tevgerên ku endamên wan ji xizanên li xaniyên xerab ên ji bajarê mezin ên Îtalyayê dijiyan hatibûn, bûn yek.

Piştî “Serhildana Giştî”

Tevgerên li paş xwepêşandan 19’ê Cotmehê momentûmekê bi dest xistin û di warê birêxistinkirin û destekirina protestoyên rojên neteweyî yên girîng ku li dora mijarên problema xanî, parastina aliyên hevpar ên jiyanê û şerê li hember rewşa ne ewle de–pêşiyê li Floransayê, paşê li Val Susa û Napoliyê û Bolognayê û di dawiyê de jî li Romayê – bi ser ketin.

Ji bilî vê, di Kanûnê de protestoyên bi serê xwe yên karkerên çûnûhatinê yên raya giştî ku li Cenova û Floransayê dest pê kirin û di van demêm dawî de jî li Roma, Napolî û Torînoyê xwe nîşan dan, firsenda berfirehkirina asta polîtîk û kompozîsyona civakî ya tevgerên 19’ê Cotmehê derxistin holê. Li paş ji nişkave pêkhatina tevgera karkerên çûnûhatinê yên qada fermî, neserfiraziya hevdîtinên ji bo nûkirina kontraktên kedê yên kolektîf ên neteweyî û hewldanên arizîkirina (taybetkirina) çûnûhatina raya giştî ya lokal hebû.

Karker dest bi grevên mezin ku çend rojan li hemû bajaran jiyanê bloke kirin û ji bo lihevrasthatina pozîtîf a kompozîsyona civakî ya tevgerên 19’ê Cotmehê û karkerên çûnûhatina raya giştî hin famkirinan ava kir, kirin. Encamê yekemîn a vê lihevrasthatinê di 20’ê mehê de li Romayê derket holê. Li wir, di xwepêşandana li hember arizîkirina xizmeta lokal û parastina mafên çûnûhatinê ku karker û biharhênerên sîstema çûnûhatinê ya raya giştî ya Romayê bi hev re amade kiribûn, li hev kom bûn.

Wiha xuya dike ku her tişt nîşan dide ku di hefte û mehên li pêş de slogana “Bi Tenê Projeyeke Mezin: Dahat û Xanî ji bo Herkesî” –ku ji 19’ê Cotmehê û vir ve bûye pisûleya tevgerên sosyal ên li Îtalyayê- wê gelek carên din li seranserê welat li kolanan bê bihîstin

—————

* Xaniyên bi vî rengî ji aliyê rêvebiriyên herêmî pirani ji bo karkeran û kesên xizan tên çêkirin. Derdora navbori dikare bi kirêyeke kêm di van xaniyan de rûnên.

Gotara ku ji aliyê Alfredo Mazzamauro hatiye nivîsandin û di 20’ê Çileyê de di Roarmag.org’de hatiye weşandin, ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …