Dîtinên cûda yên li ser tecrûbeya xweparastinê ya li Meksîkayê

 

 

Komên xweparastinê yên li çend eyaletên li başûrê Meksîkayê ku bi armanca parastina gel a ji êrîşa çeteyên narkotrafîkê hatibûn damezrandin,  wekî hezên komunal ên xweparastinê tecrûbeyeke yekta pêk tînin. Li gorî agahiyên ku endamên komên xweparastinê yên li eyaletên cuda yên vî welatî didin, li her navendê komên navborî bi awayekî cuda hatine damezrandin û birêxistinkirin.

Salvador Campanur ê şêniyê Cheranê, endamê Polîsê Komunal ê Guerrero Cladio Carrasco û ji Tepoztlanê Guillermo Hernandez diyar dikin ku sîstema edaleta komunal ji kevneşopiya antîk tê û bi giranî girêdayê meclîsên gel in. Heman kes didin zanîn ku komên xweparastinê parçeyeke avakirina xweseriya pir kompleks a gelan in.

Salvador Campanur dibêje ku têkoşîna ji bo xweseriyê ya gelê li Cheranê di “2011’an de bi damezrandina parazvanên çekdar ê civakê û bi qewirandina komên narkotrafîkê dest pê kir.” Lê ew pê de diçe û dibêje ku ew rêzê ji bo biryarên her navendê digirin û biryarên xwe dîkteyê ti navendê nakin.

Xweparastin û pratîkên civakê

Caladio Carrasco ji Guerreroyê dibêje ku cûdahiya rêxistina wî  ya ji Yekitiya Gel û Rêxistinên Eyaleta Guerreroyê (UPOEG) ev e ku rêxistina wî edaletê tetbîq nake, berpirsiya wê ya li hember meclîsên gel tune ye û kesên ku digire, teslîmê otorîteyên fermî.

Guillermo Hernandez dide zanîn ku li Morelosê wekî Michoacan û Guerreroyê pêvajoya xweparastinê dirûv negirtiye. Hernandez destnîşan dike ku li gorî baweriya wan, komên xweparastinê komên cuda ne û berpirsiya wan a li hember meclîsên gel tune ne.

Gundiyê ji Tepoztlanê diyar dike ku li gundê wî komên xweparastinê bi otorîteyên fermî re peymanekê çêkirine û di vê çarçoveyê de dest bi meşandina xebatên xwe kirine.

Pêkhatina hêzên xweparastina civakê

Salvador Campanur di derbarê dîroka pêkhatina xweparastina civakê de dide zanîn ku komunar û xweciyên van erdan di dema Şoreşa Meksîkayê de ku ewlekarî û edalet ji bo gel pir girîng bû, li hev kirin û heta “beriya ku artêş derkevin ser erdên Amerîkayê, xweparastina civakî yên kevneşopî hebû.”

Di 15’ê Nîsana 2011’an de Cheranê ji dijî zilm, kuştin û jêkirina daristana wan bi ço, kevir û macheteyan (cûreyeke satorê –wrgr-) dest bi serhildanê kirin. Campanur dide xuyakirin ku ji bo birêxistinkirina şaredariya Purhepechayê ew mecbûr mane ku bi midaxaleya hikumetê, partiyên siyasî, jiheveqetîna civakê û bi rêxistinên organîze yên sûc re eleqeder bin. Campanur dibêje ku wan ji bo damezrandina birêxistinkirina civakê baweriya xwe zêdetir bi zanîna bapîr û dapîrên xwe anîne.

Di dema avakirina xweparastina erdên xwe, rûniştvanên Cheranê carekê din tecrûbeyên kevn ên pêşiyê xwe bi bîr anîne. Paşê li gund bi riya nobet û parastinê li dijî kiryarên xerab ên komên çekdar û hêzên ewlekariyê yên dewletê, ewlekariyê pêk anîne. Paşê bi riya hilbijartinê, nûner hatine hilbijartin û saziyên hilbijartinê yên dewletê mecbûr mane encama vê hilbijartinê qebûl bikin. Campanur diyar dike ku ew bi rengekî profesyonel kesan peywirdar nakin lê di dewsa wê de difikirin ku her endamê civakê dikare karê rêvebirinê bike.

Hêzên xweparastinê yên li Cheranê û derdorê niha li ser erdekî ku ji 27,000 hektarî pêk tê ewlekariya nêzîkî 20,000 kesan pêk tînin.

Li Costa Chica û Montana de Guerreroyê Kordînasyona Herêmî ya Rêvebiriyên Civakî –Polîsê Civakê (CRAP-PC) 18 sal in ewlekarî, edalet û hîndekariyê pêk tîne. Claudio Carrasco ku hem kordînator û hem jî endamê CRAP’ê ye ji gundê Mephaayê ye dibêje ku “Ji bo hilbijartina polîsan em meclîsa giştî ya civakê kom dikin. Di vê civînê de fermandarênên payebilind û payenizm jî tên hilibjartin.” Lê Costa Chica û Montanayê ku herêmên lê hilberîna tilyakê tê kirin in, di sala 2012’an de hêzên polîs ên civakê dest danîn ser çek, qemyon û tilyaka komeke çete.

Hernandez Chapa jî diyar dike ku “Di salên 1960’an de dadgerê aştiya civakî hebû ku ji bo çareserkirina problemên hundir xizmetê dikir. Lê paşê vî kesî ji sîstema edaletê ya dewletê hat derxistin. Di salên 1980’an de hemû problem di nava civakê de dihat çareserkirin.”

Yek ji tecrûbeyên balkêş ê pratîka xweparastina li Meksîkayê li Ocotepecê pêk hatiye. Li vî welatî civaka li Ocotepecê civaka yekemîne ku pratîka wê ya ewlekariya civakî bi riya Qanûneke Organîk a Şaredariyê hatiye nivîsandin û vê qanûnê ji aliyê dewletê ve hatiye naskirin.

Çavkanî: Desinformemonos.org

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …