Hersal di navbera 27- 29’ê Adarê de li navçeya Farqînê ya Amedê, li herêma Badikan çalakiya bi navê “hivdeh” a kevneşopî tê lidarxistin. Ev çalakî, dîlana Muaz Bîn Cebel’e. Muaz Bîn Cebel kurê pîrejinekê ye. Nîşaniya xwe kiriye û ji şahiyê re demeke kurt maye. Lê di fetha Amedê de jîyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê hersal şahîya Muaz Bîn Cebel li ser gora wî tê lidarxistin. Roja şahîyê ya sêyemîn hine tê belavkirin û şahî bidawî dibe. Va sê rojan ne tenê şahî tê kirin. Yên ku zarokên wan çênabin, ên dixwazin bizewicin û ên nexweş tev tên ser zîyaretê. Qurban tên serjêkirin. Dua tên kirin. Keç û lawên ku dema zewaca wan tê van sê rojan hevdû dibînin. Ev her sê roj wekî panayirekê derbas dibe.

hivdeh_2013_1

infowelat.com

Li vê jî binêre

Al-Nakba tê wateya Roja Karesatê û bi gelemperî ji bo damezrandina Îsrailê ya di 15’ê Gulana 1948’an de tê bikaranin. Vê rojê ku ji aliyê cihuyan weki Roja Serxwebûna Îsrailê tê pîrozkirin, ji bo filîstîniyan roja dagirkirina erdên wan û koçkirina bi sedhezaran a ji welatê Filîstînê ye. Gandî, Einstein, Mandela û Chavez çend kesên navdar in ku êşa filîstîniyan bi bîr anîne.