Bernameya dibistana federalîzmê hat lidarxistin

 

 

Dibistana Zivistanê ya Federalîzm û Rêvebirinê ku ji aliyê Akademiya Ewropayê ya Bolzanoyê (EURAC) ya li Îtalyayê û Zanîngeha Leopold-Franzens a li Awistiryayê hat lidarxistin, bi dawî bû. Di bernameya ku di navbera 3-14 Sibatê de hat lidarxistin de bi giranî li ser mijara Federalîzm û Destûra Bingehîn Parêziyê hat sekinandin.

Dibistana Zivistanê ya Federalîzm û Rêvebirinê bi armanca ronîkirina mijarên girêdayî federalîzm û rêvebirinê, her sal ji aliyê Enstîtuya Federalîzm û Herêmparêziyê ya girêdayê EURAC’ê û Zanîngeha Leopold-Franzens a li Innsbruckê tê li dar xistin. Lêkolîner û akademîsyenên ciwan, xwendekarên doktorayê û lîsansa bilind, kesên ku di rêvebiriyên lokal, herêmî û neteweyî de dixebitin û endamên rêxistinên navneteweyî û yên sivîl dikarin beşdarê vê bernameyê bibin.

Di çarçoveya bernameyê de beşdar hefteyekê li bajarê Innsbruckê ya li herêma Tîrola li Awistiryayê û hefteyekê jî li Bolzano/Bozenê ya li herêma Tîrola Başûr a li bakurê îtalyayê beşdarê dersên ku ji aliyê akademîsyenên navdar û pisporên li ser mijarê tên dayîn, dibin.

Di bernameya îsal de destûra bingehîn parêziya li herêman, rêgezên ku di warê têkiliyên di navbera sîstema destûra bingehîn a Ewropayê de rêberiyê dike, destûra bingehîn parêzî ji bo pêvajoya biryardayinê kîjan çarçove peyde dike, welatî û kesên ne-welatî çawa di nava pêvajoyên biryardayinê de cî digirin û xizmeta ji ciyê xwe bi awayekî kêrhatî tê garantî kirin an na, hatin analîz kirin.

Îsal ji zanîngehên Îtalya, Awistirya, Almanya, Spanya, Swêd, Kanada, Belcîka, Brîtanya û Taywanê ji bîstî zêdedir akademîsyen beşdarê bernameyê bûn û di mijarên cûr be cûr de dîtinên xwe pêşkêş kirin.

Çavkanî: Eurac.edu

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …