Civîna yekemîn a aboriya karkeran
Karker, aktîvîst û akademîsyen di civîna yekemîn a “aboriya karkeran” a li Marsîlyayê hatin cem hev. Di civînê de beşdarên ku ji welatên cûda hatibûn tecrûbeyên xwe parve kirin û ji bo pêşxistina aboriya di bin kontrola karkeran de dîtinên xwe anîn ziman. Civîna yekemîn a “aboriya karkeran” …
Bêtir »Îmtîyazên Hêzê
Noam Chomsky Dema ku sala 2013’an ber bi bidawîbûnê ve çû, BBC di derheqê encamên anketa WIN/Gallup International’de nûçeyekê weşand: “Bi ya we di cîhana îro de kîjan welat xetereya herî mezin a li hember aştiyê pêk tîne?” Li gorî encamên anketê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sê …
Bêtir »Li Yemenê şeş herêm tên damezrandin
Serokê Yemenê Abd Rabbu Mansûr Hadî di 8’ê Sibatê de plana damezrandina dewleteke federal erê kir. Li gorî plana reorganîzasyona îdarî ya nû, wê li welat 6 herêm bên damezrandin. Di sîstema nû ya federal de ji şeş herêmên tên damezrandin wê çar herêm li bakur û du …
Bêtir »Hivdeh. Badikan/Farqîn 2013
Hersal di navbera 27- 29’ê Adarê de li navçeya Farqînê ya Amedê, li herêma Badikan çalakiya bi navê “hivdeh” a kevneşopî tê lidarxistin. Ev çalakî, dîlana Muaz Bîn Cebel’e. Muaz Bîn Cebel kurê pîrejinekê ye. Nîşaniya xwe kiriye û ji şahiyê re demeke kurt maye. Lê di fetha Amedê de jîyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê hersal şahîya Muaz Bîn Cebel li ser gora wî tê lidarxistin. Roja şahîyê ya sêyemîn hine tê belavkirin û şahî bidawî dibe. Va sê rojan ne tenê şahî tê kirin. Yên ku zarokên wan çênabin, ên dixwazin bizewicin û ên nexweş tev tên ser zîyaretê. Qurban tên serjêkirin. Dua tên kirin. Keç û lawên ku dema zewaca wan tê van sê rojan hevdû dibînin. Ev her sê roj wekî panayirekê derbas dibe.
Partiya flaman daxwaza konfederalîzmê kir
Partiya neteweperestên flaman N-VA (Hevgirtina Nû ya Flaman) di kongreya xwe ya li Antwerpê de da xuyakirin ku ew ji bo sîstema siyasî ya Belcîkayê konfederalîzmê dipejirînin. Partiyê da zanîn ku ev nayê wateya devjêberdana serxwebûna herêma Flanderê û serxwebûn armanca wan a dawiye. Pejirandina konfederalîzmê ya di …
Bêtir »Li Swîsreyê pêşniyaza antî-koçberiyê hat qebûlkirin
Hilbijêrên li Swîsreyê pêşniyazeke ji bo bisînorkirina koçberiya ji derveyê welat, bi ferqeke pir biçûk qebûl kirin. Pêşniyaz di warê hejmara kesên biyan ên li welat sînorekê diyar dike û li hember peymana bicîbûna serbest a ku bi Yekitiya Ewropayê (YE) re hatiye îmzekirin, xetereyekê pêk tîne. Di …
Bêtir »‘Bi tenê prokeye mezin’: Pêşketina Tevgerên civakî yên Îtalyayê
Eger rojekê ku bi awayekî sembolîk bikaribe têkoşîna heyî ya li hember kêmkirina mesrefan û neolîberalîzmê ya li Îtalyayê temsîl bike, divê wê rojê 19ê Kanûna 2013’an be ku roja Serhildana Giştî (Sollevazione Generale) ya li hember kêmkirina mesrefê ye. Wê rojê, li paş afîşeke ku li ser …
Bêtir »Konferansa aboriya komunal a li Venezûelayê
Nûnerên komunên li Venezûelayê bi armanca xurtkirina aboriya komunal konferansekê li dar xistin. Di konferansa ku di navbera 31’ê Çileyê û 1’ê Sibatê de hat lidarxistin de biryara damezrandina bankaya komunal hat girtin. Banga lidarxistina konferansê ji aliyê Tevgera Şoreşger a Bolivar û Zamora (CRBZ) ku endamê PSUV’ê …
Bêtir »Pirtûka “Kawayê Kurd” bi îtalyanî hat weşandin
Pirtûka bi navê “Kawaye kurd” ku ji aliyê dîrokzana fransewî Sandrine Alexie hatibû nivîsandin, li îtalyanî hat wergerandin. Wergera ji aliyê Laura Anania hat kirin û ji Weşanên Pentagora ve ya li Mîlanoyê hat weşandin. Pirtûk bi sernivîsa “Koka gelekî hatiye înkarkirin” dest pê dike û tê de …
Bêtir »Hilbijêrên gagawûz nêzîkbûna Moldovayê ya ber bi YE’yê ve red kirin
Di referandûma li herêma xweser a Gagawûzyayêde nêzîkî ji % 98.9’ê hilbijêrên herêmê bi dengên xwe diyar kirin ku eger Moldova tevlî Romanyayê bibe bila Gagawûzya serxwebûna xwe îlan bike. Digel ku hikumeta Moldovayê referandûmê îlegal bi nav kir, vê pêşveçûnê ji niha ve tesîreke neyênî li planên Moldovayê …
Bêtir »Li Katalonyayê banga ji bo parastina modela perwerdeyê
Endamê Parlamentoya Katalonyayê ya ji CUP-AE’yê (Banga ji bo Yekitiya Gel-Alternatîfa Çep) Isabel Vallet bang kir ku biryara dadgehê ya ji bo pênc dibistanên li Katalonyayê ya bi sebeba ku ji % 25’ê dersan bi spanyolî nehatine dayîn qebûl nekin û li hember vê biryarê bêîteatiya sivîl pêk …
Bêtir »Pirtûka di derbarê xweriya demokratîk de hat weşandin
Pirtûka bi navê Democratic Autonomy in Northern Kurdistan (Xweriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê) ji aliyê weşanên New Compass Press’ê ya lı Norwêcê ve hat weşandin. Pirtûk di encama geşta bakurê Kurdistanê ya aktîvîstên rêxistina TATORT’ê ku di sala 2011’an de hatiye lidarxistin de derketiye holê. Bi …
Bêtir »42’emîn salvegera Yekşema Bixwîn a li Îrlandaya Bakur
Li Îrlandaya Bakur bi armanca bîranîna salvegera 42’yemîn komkujiya Yekşema Bixwîn çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên îsal de abîdeyên ji bo komkujiyê hatibûn avakirin hatin ziyaretkirin, bêdengbûna deqeyekê ya salane hat pêk anîn û panelekê hat lidarxistin. Berdevkekê ji malbatên kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin di derbarê …
Bêtir »Rosa Luxemburg (1871-1919) 15’ê Çileyê salvegera kuştina teorîsyenê Marksîst, fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg’e. Luxemburg di 1871’an de li Zamoch’a li Polonyayê wekî endamekî malbateke cihû hat dinyê. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî Luxemburg cezayê girtîgehê girt û mecbûr ma ku derbasî bajarê Zurichê ya Swîsreyê bibe. Luxemburg li wir aboriya polîtîk xwend û ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên şoreşgerî domand. Şoreşgera mezin, di 1898’an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Alman bû û di nava vê partiyê de dest bi nivîsên xwe yên şoreşgerî kir. Di 1918’an de tevlî Karl Liebnecht Partiya Komunîst a Alman damezrand û ji bo şoreşeke alman xebatên xwe kûr kir. Mixabin di 1919’an de Luxemburg û du hevalên wê ji aliyê leşkerên artêşa alman ve hatin girtin. Piştî lêpirsînê Luxemburg û Liebnecht hatin kuştin û leşkeran cendekên wan avêtin çemekê. Dema hat kuştin Rosa Luxemburg 48 salî bû.
Freedom House: Tirkiye nîv-azad e
Rêxistina mafên mirovan Freedom House rapora xwe ya salane ya bi navê Azadiya li Cîhanê 2014 weşand. Di raporê de agahiyên mafên polîtîk û azadiyên sivîl ên di derbarê hemû welatên cîhanê de hatin dayîn. Freedom House di rapora xwe de diyar kir ku dı sala 2013’an de …
Bêtir »Parlamentoya Fransayê erêkirina peymana ziman niqaş dike
Piştî 15 salan, nîqaşa li ser naskirina hiqûqî ya zimanên herêmî yên Fransayê ji nû ve ket rojeva siyasî ya Fransayê. Di 22’yê Çileyê de li Parlamentoya fransewî pêşniyazqanûna ya di derbarê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî hat nîqaşkirin. Lê di nava saziyên dewletê …
Bêtir »Grondland di riya serxwebûnê de dimeşe
Serokwezirê Grondlandê Aleqa Hammond diyar kir ku “ji bo gelên ku hatine kolonîzekirin” dewleteke serbixwe pêwîst e. Hammond destnîşan kir ku di riya serxwebûnê de pêdiviya herî mezin bi aboriya “têrî xwe dike” heye. Serokwezîr Aleqa Hammond di Konferansa Sînorên Arktîk a ku li Norwêcê hat lidarxistin de …
Bêtir »Li Fransayê reforma terîtoryal ji nû ve ket rojevê
Serokê Fransayê François Holland diyar kir ku ew dixwaze ji nû ve li ser projeya kêmkirina hejmara herêmên Fransayê bisekine. Hikumeta Holland dixwaze hejmara herêman kêm bibe û hin “hêzên qanûnçêkirinê” yên nû bide herêman. Holland nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya xwe ya …
Bêtir »Moldova xweseriyê pêşniyazê Transdînyesterê kir
Serokwezîrê Moldovayê Iurie Leanca diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Transdînyesterê (Transnistria) herî baş bi riya “çareseriyên Ewropayê” dibe. Leanca ji bo mînakên vê çareseriyê Katalonyayê mînak da û got ku xweseriyeke bi vî rengî dikare ji bo herêma Transdînyesterê bê pêşniyazkirin. Leanca di nava dîtinên xwe yên ku …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat