Serokwezîrê Nepalê li dijî federalîzma etnîk e

 

 

Serokwezîrê Nepalê Sushil Koirala ya ji Kongreya Nepalê diyar kir ku ew li dijî federalîzma li ser bingeha etnîk bê  damezrandine. Koirala da zanîn ku îdeolojiya ultra-etnîk li seranserê cîhanê kiriye nava krîzê û lewma jî divê federalîzma li Nepalê ji xetên etnîk dûr bê damezrandin.

Koirala di merasîma mezûniyeta Zanîngeha Pokhara de got ku ew bi armanca ku Nepalê li gorî federalîzmê damezrîne dixwaze di nava salekê de destûra bingehîn a nû bê îlankirin. Wî di heman demê de nêrîna xwe ya li ser bidawîbûna pêvajoya aştî û aramiyê ya li welat anî ziman û got ku aştiya jiyanbar û îstikrara siyasî dikare di navbera heşt an deh salan de guherînên radîkal pêk bîne.

Nivîsandina destûreke bingehîn a Nepalê bi hilweşîna monarşiyê ya di 2008’an de hat rojevê. Di heman sale de bi armanca amadekirina destûreke bingehîn a ji bo Nepala demokratîk û federal Parlamentoya Damezrîner a nû kete nava hewldanê. Ji ber nelihevkirina aliyan a li ser karaktera federalîzmê û jimara eyaletên nû de, dema amadekirina destûra bingehîn heta 2012’an hat dirêjkirin. Di vê sale de partiyên siyasî li hev kirin ku li Nepalê 11 eyalet bên damezrandin. Lê xwepêşandanên rêxistinên etnîk li ser partiya Maoîst zextê kir ku ji Parlamentoya Damezrîner vekişe û lewma pêvajoya amadekirina destûra bingehîn careke din têk çû.

Kongreya Nepalê di hilbijartina Sibata isal de hat ser kar. Serokê partiyê Sushil Koirala di destpêka îktidara xwe de dabû xuyakirin ku ew dixwaze di sala xwe ya pêşiyê de destûra bingehin a nû bi dawî bibe.  Kongreya Nepalê federalizma li ser herêmên pir-etniki hatiye damezrandin diparêze. Li gorî vê partiye, hebûna herêmên ku ji komeke etnik pêk tê wê yekitiya Nepalê xera bike.

Myrepublica.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …