Ûrûgûay konvansiyona parastina gelên xwecî îmze dike

 

 

Welatê Amerîkaya Latîn Ûrûgûay diyar kir ku ew ê Konvansiyona Rêxistina Keda Navneteweyî (ILO) ya 169’an a ji bo parastina mafên gelên eşîr û xwecî, îmze bike.

Nûnerê Ûrûgûayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Andres Scagliola li avahiya rêxistinê ya li bajarê Cenevê biryara hikumeta xwe eşkere kir û wiha axivî: “Heta niha neserfiraziya me ya erêkirina Konvansiyonê nîşan dide ku  dewlet ne hebûneke rasyonel û yekgirtî ye lê dewlet dema bi paşeroja xwe ya biêş re rû bi rû dimîne, bi xwe re dikeve nava nakokiyê, ji ber ku qebûlkirina dîroka me ya dirêj a bixwîn û jibîrkirina ku paşê ser vê rastiyê girt, dijwar e.

Ûrûgûay bi vê gava xwe wê di cîhanê de bibe welatê bîst û sêyemîn ku vê peymanê îmze kirine. Di demên dawî de li Ewropayê Spanya, Holanda û Norwêc peymanê îmze kirin. Rêxistina Survival International bi taybetî ji bo ku hikumetên Brîtanya û DYA’yê konvansiyonê îmze bikin kampanyayekê dimeşîne.

Di 2009’an de partiya Lîberal Demokrat a brîtanî soza îmzekirina Konvansiyonê dabû lê piştî ku bûbû hevparê hikumeta koalîsyonê ji soza xwe vegeriyabû. Hikumeta Brîtanî demeke dirêj e îmzekirina Konvansiyonê red dike.

Konvansiyona ILO’yê ya 169’an mafê xwedîtiya erd û dema ku projeyekê bandorê li ser erd û jiyana wan dike, mafê şêwirînê ya bi gelên eşîr û xwecî nasdike û diparêze. Bi vî awayî Konvansiyon di warê parastina qadên herî girîng ên cîhanê de ku divê bên parastin, roleke mezin dilîze û eşîr û xweciyan bihêz dike.

Rêxistina parastina xwezayê WWF diyar dike li % 80’yê ‘herêmên eko’ (herêmên ku ji aliyê cihêrengiya biyolojîk ve zengîn in) gelên eşîr û xwecî dijîn. Ji ber vê taybetiyê, parastina van herêman ne tenê ji bo gelên li ser dijîn lê ji bo hemû cîhanê girîng e.

Nifûsa Ûrûgûayê 3,5 milyon e û gelên xwecî ji % 5’ê vê nifûsê pêk tînin. Di encama qirkirinên di sedsala 19’emîn de koma herî mezin a gelên xwecî ya li welat a bi navê Charrua hema hema hatiye tunekirin. Niha ligel komeke biçûk ê bermahiya vê komê,  koma Guaraní Mbyá û çend komên din ên biçûk li vî welatî dijîn.

Çavkanî: Survivalinternational.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …