Jinping careke din bû serokê Çînê

Kongreya Neteweyî ya Çînê bo cara sêyemîn Xi Jinping wekî sekreterê-giştî yê Partiya Komunîst hilbijart.

Dengdana ji bo hilbijartina lîderê partiyê di civîna roja yekşemê de pêk hat.

Di civîna girtî ya kongreyê de Xi Jinping bêyî ku rastî mixalefetê were hate hilbijartin.

Bi vê encamê, Jinping ji bo cara sêyemîn bû serokê Çînê.

Li gorî adetên siyasî yê Çînê, heta niha serok dikaribûn du caran werin ser kar.

Lêbelê bi serokatiya Jinping ev kevneşopiya siyasî hate binpêkirin.

Di civîna yekşemê de 7 endamên polîtburoyê yên Partiya Komunîst a Çînê jî hatin hilbijartin.

Piştî civînê Xi Jinping axaftinekê kir û li ser serfiraziya aboriyê yê Çînê sekinî.

Jinping wiha axivî:

Di reform û gavên bê navber ên di 40 salên dawîn de Çînê mucîzeya pêşketina aboriyê û îstikrara civakî ya dem-dirêj ava kir. Aboriya Çînê xwedî hêz û potansiyelek e mezin e. Bingehên wê yên xurt wê neguhere û wê di dema dirêj de rewşa xwe ya pozîtîf bidomîne.

Xi Jinping di rêvebiriya xwe ya 10 salan de herî zêde bi jidandina kontrola Partiya Komunîst a li ser civakê dihat naskirin.

Lê Jinping li dijî gendeliya di nava dewletê de jî têkoşînê kir û di dema wî de bi sedan rêvebirên payebilind hatin girtin.

Jinping  di qada navneteweyî de bi taybetî bi Amerîkayê re reqabetê bilind kir û li dijî li Asya-Pasîfîk û Deryaya Başûrê Çînê aloziyê bilind kir.

Herwiha, di dema wî de dorpêça siyasî û leşkerî ya li dijî girava Taywanê hate.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …