Home / Civak / Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê: “Em xwe nafirojin ti hikumetekê an partiyeke siyasî”

Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê: “Em xwe nafirojin ti hikumetekê an partiyeke siyasî”

 

 

 

Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê niha tevgera herî girîng a ji bin e ku polîtîkayên hikumeta Evo Morales û Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) rexne dike ye. Ji ber vê sekna wan a mixalif, hikumet endamên Conamaqê di Kanûna derbasbûyî de bi êrîşekê ji ofîsên wan ên li paytext La Pazê derxist û rêxistineke Conamaqê ya alîgirê MAS’ê ya paralel damezrand. Pablo Peralta li vir bi Mama Nilda Rojas ê lîderê Conamaqa organîk û mixalif re hevpeyvînekê ji bo rojnameya Pagina Siete ya bolîvyayî re çêkir.

Pablo Peralta M: Du rêxistinên Conamaqê hene û hûn dibêjin ku hûn rêxistina “organîk” temsîl dikin. Rewşa koma we ya ku hûn rêberiya wê dikin çawa ye?

Nilda Rojas: Hikumet rêxistina paralel damezrand, ji ber ku em destekê nadin qanûnên wan ên ku li dijî Dayika Axê û destûra bingehîn. Niha hikumet destekê nade me û wan em ji Fona Xweciyan (ku proje û karê rêxistinên xweciyan fînanse dike) dûr xist. Wan em ji ofîsên me yên Conamaqê yên li Sopocachi yên li La Pazê qewirandin. Digel ku me belgeyeke ku Wezareta Xweseriyê ji me xwesetibû amade kir, wan hebûna me ya hiqûqî nas nekir. Lê wezaretê bi awayekî hiqûqî Hilarion Mamani (lîderê niha yê Conamaqa alîgirê MAS’ê) naskir.

Çima rêxistina ku hûn endamê wê ne hikumetê rexne dike?

Conamaq bi riya bingeha xwe ya destekê biryara veqetîna ji Tifaqa Yekitiyê (ya tevgerên civakê yên destekê dide MAS’ê) da, ji ber ku me destekê da meşên 8’emîn û 9’emîn ên TIPNIS’ê (hereketa li dijî riya ji aliyê hikumetê dihat pêşniyazkirin a ku wê di nava erda xweciyan re derbas bûna). Sûcê me parastina Dayika Axê bû. Ji ber vê yêkê, hikumeta Evo Morales ji me re got ku hûn rastgir in, hûn ji aliyê USAID’ê ve tên fînansekirin, hûn li dijî hikumeta me di nava komployê de ne. Lê em dizanin ku ev hemû tişt tenê gotinên bê binî ne, ji ber ku wekî gelekî xwecî em ê her dem ji bo erda xwe şer bikin. Erda me tiştekî ku ji aliyê pêşiyên me ji me re maye ye. Bê erd em nikarin bijîn û hebûna me tune ye. Lewma em ê herdem Dayika Axê biparêzin.

logo_conamaq

 

 

 

 

Hûnê bikaribin nûnergehên nû vekin? Di vî warî de hûn çi dikin?

Bi ya min kirîna ofîsan wê di demeke dirêj bajo, ji ber ku mesref zêdene. Em ê bi tenê bikaribin kirê bikin. Û em di heman demê de dixwazin ji bo rewşa Conamaqa paralel a Hilarion Mamanî edalet û rastî derkevin holê. Edalet hêdî dimeşe lê em bawer dikin ku ew ber bi pêş de diçe, ji ber ku me ji niha ve daxuyaniyên di warê qelskirina rêxistina me û şîdeta li dijî me da. Lewma em bi sebir pêkhatina edaletê hêvî dikin.

Hûn ê têkiliyên di navbera rêxistinên civakî û hikumetê de çawa ji me re vebêjin?

Wekî ku em dizanin, CIDOP (Konfederasyona Gelên Xwecî yên Bolîvyayê) ku ji aliyê birayê Adolfo Chavez ve tê birêvebirin jî xwedî rêxistina paralel a ku ji aliyê hikumetê ve hatiye damezrandin e. Ev rêxistin jî parçebûnê zêde dike. Mixabin, rêvebirên xwecî yên CIDOP û Conamaqê CSUTCB (Konfederasyona Sendîkal a Yekgirtî ya Karkerên Çolterê yên Bolîvyayê), Bartolina Sisa (konfederasyona jinê ya çolterê) û rêxistinên nav-çandî yên din wekî ku ew di xew de ne dibînin, ji ber ku bo nimûne ew li dijî Qanûna Madenvaniyê, Qanûna Daristanan û ji bo gelek tiştên din tiştekî nabêjin. Lê beriya her tiştî ew di derbarê Qanûna Madenvaniyê de ku kujîner e û pir xerab e ku mafên mirov ên karkerên binpê dike, tiştekî nabêjin.

Wekî ku hin kes bawer dikin, di navbera jinûvedirûvdayin û kûrkirina pêvajoyê de mirov dikare di derbarê “Pêvajoya Guherînê” (ya MAS) çi bike?

Mixabin, pêvajoya guherînê bi dawî bû, ji ber ku bi tenê ew projeya şîrketên serneteweyî û xwediyê erdên mezin in. Ew bi kesên hêzdar û bi îmtiyaz dide qezenckirin û gelên xwecî yên marjînal di rewşa xwe ya wekî berê de ne. Em pêvajoyeke guherînê nabînin…

Hûn 28 salî ne. Ciwanbûn di nava rêvebirên yextiyar ên xwecî de ne dijwariyek e?

Temenê min ti xisarê nade min. Lê bûyina jineke xwecî xisarê dide. Sînorên vê rewşê heye. Em di sîstemeke maçoîst û pederşahî de dijîn û van taybetiyan di nava rêxistinên civakî de jî hene. Vê hikumetê li dijî min cudaxwaziyê pêk tîne; ew naxwaze Conamaqa me ya ku organîk e nasbike û ji ber vê yekê rêxistina paralel ava kir. Lê wekî jinekê, ez baş im, ez xwedî desteka mêrê xwe, zarokên xwe me û ez ji bo wan û ji bo hemû endamên Conamaqê, Ayllusa xwe (rêxistinên civakê), rêvebirên min ku bi min bawer bûne, şer didomînim. Divê ez karê xwe pêk bînim.  Dijwariyên jinbûnê hene lê em ê herdem qeydên maçoîzmê bişkînin.

Hûn rola jinê ya di têkoşînên civakî de çawa tarîf dikin?

Jin parçeyeke kilît ê têkoşînê ne. Digel ku em gelek caran nayên dîtin û ji me re qîmet nayê dayîn, em beşdarê hemû meşan û hereketan dibin. Dixwazî bila bi riya çêkirina xwarinê ji bo meşvanan be an dixwazî pêşniyazkirina fikrên ji bo diyalogê an di dema meşan de diyarkirina ciyê sekna ji bo şevê be, kesê destekê dide têkoşînê em in.

—————–

Çavkanî:  Vê hevpeyvîna ji bo rojnameya Pagina Siete re bi spanyolî hatiye kirin, di 27.05.2014’de di Towardfreedom.com de bi îngilîzî hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji îngilîzî hatiye wergerandin.

About infowelat.com

Check Also

Yûnanîstan penaberên ji Tirkiyeyê dersînor kir

Rojnamegerek tirk û îltîcaxwaz: “Li ser sînorê Tirkiye-Yûnanîstanê kesên bi maske li me xistin û …