Home / Civak / Têkiliyên Îsrail û kurdan: Bêdengî zêr e

Têkiliyên Îsrail û kurdan: Bêdengî zêr e

 

 

Her du alî jî dixwazin têkiliyên xwe yên ku bi dehan salan kevn e bimeşînin lê her du alî di heman demê de dixwazin ev bi rengekî veşartî pêk were.

Di vê dema ku wiha xuya dike dewleta Iraqê nefesa xwe ya dawiyê dide, kurdên Iraqê meşa xwe didomînin. Çend hefte berê girtina Kerkûka ji aliyê petrolê ve zengîn, ji bo kurdên Iraqê ku bi salane ji Bexdayê dixwestin sîstemeke parvekirina kara vê zêrê reş damezrîne, destpêka demeke nû sembolîze dike. Dema mirov dibîne ku li Iraqa îro sebir ne meziyeteke lê qusûrekê ye, îro êdî kurd ne mecbûr in hinekî din jî bisekinin. Wan piştî girtina Kerkûkê, petrolê îxracê mişteriyên xwe kirin û li gorî Reutersê beşa yekemîn a petrola kurd gihîşt bendera Derya Spî ya Aşkekelon a li Îsraîlê.

Kesên ku têkiliyên kurd-Îsraîlê dişopînin şaş nebûn. Têkiliyên di navbera Îsraîl û kurdan de di salên ewilî yên 1960’an de, dema ku ajanên îstîxbarata Îsraîlê li Kurdistana Iraqê xebitîn û alîkariya rêvebiriyên lokal kirin, dest pê kir. Piştî hilweşîna Sadam Huseyîn, bi ketina mitehît û şîrketên Îsraîlê ya Kurdistanê û bi nûçeyên rûtîn ên di derbarê hîndekariya Pêşmerge ya ji aliyê komandoyên Îsraîlê  yên di medyaya iraqî dihatin weşandin, hevkarî gihîşt asteke girîng.

Mixabin têkiliyên fermî bi awayekî qismî ji ber têkiliyên kurdan bi Îranê ku aktoreke girîng ê herêmî  bû û ne alîgirê nêzîkbûna kurdan a bi Îsraîlê re bû, ti car nehatin damezrandin. Dibe ku sebeba  înkarkirina bi hêrs a ku ji aliyê wezareta çavkaniyên xwezayî yên kurd hat weşandin a ji bo nûçeyên firotina petrolê ya ji Îsraîlê re, ev be. “Me ti carî ne bi awayekî dîrekt ne jî îndîrekt petrolê nefrotiye Îsraîlê,” çavkaniyeke di wezaretê de ji tora medyayê Rûdawê re got. Îsraîl jî ji bo ku têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re xera nebin, di warê eşkerekirina têkiliyên xwe de ne dilxwaz bû. Lê rewşên jeopolîtîk bi awayekî zêde guherîne û wê her du alî jî vê yekê jinûve li ber çav bigirin.

kurdish petrol

Çend sal berê weşaneke bi navê “Îsraîl-Kurd” li bajarê Hewlerê yê li bakurê Iraqê dest bi weşanê kir. Kovar bi erebî û kurdî bû û tê de agahiyên di derbarê dîrok û siyaseta Îsraîlê de jî hebûn. Edîtor didan zanîn ku cihû û kurd ji cîrantiyê wêdetir in û ew xizmên hev ên nêzîk in ku xwedî pêşiyê hevpar Îbrahîm in. Vê fikrê di nava kurdên li Kurdistana Iraqê de ku gelek ji wan bawer dikin ku Îbrahîm kurd e, belavbûyî ye. Lê cazîbeya Îsraîlê bi tenê bi Îbrahîm re ne bisînorkiriye. Gelek kurd paraleliya bi Îsraîlê re ku ew jî neteweyeke ne ereb ê ji aliyê dijminên ku serxwebûna wê red dikin ve hatiye dorpêçkirin, tînin ziman. Şarezahiya teknolojîk a Îsraîlê, artêşa wê ya baş biçekbûyî û xwezaya dînamîk a civaka Îsraîlê hemû jî ji bo kurdan ku ti carî dev ji xeyala dewleteke serbixwe ya kurd bernedane, zêdetir balê dikişînin. Alîgirên nêzîkbûna bi Îsraîlê re bawer dikin ku ew dikarin tiştekî pêşkêşî dewleta cihû jî bikin ku ev jî hevpariya nêzîk a li ser berjewendiyên her du  aliyan û rûmetan hatiye damezrandin e. Vê hevpariyê, hin kes dibêjin, dikare li Rojhilata Navîn balanseke nû ya hêzê biafirîne û wê ji bo Îsraîlê pir kêrhatî be.

Di vê çarçoveyê de, dibe ku li ser sekinandina rewşa li Kurdistana Sûriyeyê ku kurdên li wir jî hewl didin ku herêmeke xweser damezrînin, balkêş be. Pêşnûmaya ji aliyê partiya kurd îktîdar hat pêşkêşkirin berevajiya destûrên bingehîn ên welatên ereb, şerîatê wekî bingeha hiqûqê nabîne. Di dema ku rêxistinên îslamî yên radîkal ên wekî DAÎŞ’ê di nava nifûsa sunî ya li Iraq û Sûriyeyê populer dibe, bi gelemperî kurd wersiyonên bêtir nerm ên îslamê dişopînin û ji bo dewleta modern ku jin tê de xwedî mafên wekhev in, xebatê dikin.

Lê Îsraîl ji bo dewleteke kurd a pêşerojê ya muhtemel ne dosteke herî nêzîk û ne jî herî girîng e. Ji aliyê aboriyê ve Kurdistana Iraqê girêdayî Tirkiyeyê ye –petrola kurdan ji bo bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê re tê pompekirin. Tirkiye hem ji bo hilberîna kurdan bazara herî mezin e û hem jî yek ji welatê ku herî zêde berhemên xwe îxracê wir dikeye. Îran jî hem wekî cîranekî û hem jî wekî welatekî xwedî nifûseke mezin ê kurdan, ji bo kurdên Iraqê girîng e. Lîderê Kurd Mesûd Barzanî bi armanca guftûgokirina serhildana cîhadparêzên DAÎŞ’ê ya li Iraqê û girtina tedbîrên muhtemel ên li dijî wê, çû Îranê. Îran xwedî berjewendiyekê ye ku di vê çarçoveyê de dixwaze kurdên li Iraqê her bilinbûna neteweperestiyê ya di nava herêmên kurd ên Îranê de bisekinîne. Kurdên li Iraqê ji bo bidestxistina serxwebûnê xebatê dikin lê dixwazin bi hêzeke wiha cidî ya herêmî re nekevin nava pevçûnê.

Wê bandora van nêrînan a li ser têkiliyên kurd û Îsraîlê çi be? Niha wiha xuya dike ku wê her du alî asta têkiliyên xwe bilind bikin. Lê wê xwezaya veşartî ya têkiliyan berdewam bike. Eger di dawiyê de kurdên Iraqê serxwebûna xwe bi dest bixin, wê dewleta wan qet nebe di destpêkê de pir qels be û ji bo pêkanîna têkiliyên fermî yên bi Qudsê re (Jerusalem) zeyîf be. Niha li Kerkûkê –bajar wekî Qudsa kurdan tê naskirin- hebûna sefîrxaneya Îsraîlê ne muhtemel e.

———————–

Vê gotara ku ji aliyê Ksenia Svetlova ve hatiye nivîsandin, di 24.06.2014’an de di malpera televîzyona İ24’ê I24news.tv de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

About infowelat.com

Check Also

Pontûs berê yûnan bû

Di 100 saliya jenosîdê de komeleyên ji yûnanên Pontûsê yên li her aliyê cîhanê belav …