Serkeftina dîplomatîk a Papûaya Rojava

 

Gava yekemîn a naskirina polîtîk a Papûaya Rojava hat avêtin

 

Têkoşîna 53 salan a ji bo serxwebûna Papûaya Rojava serkeftineke dîplomatîk bi dest xist. Koma Pêşeng a Melanezyayê (MSG) statuya çavdêriyê da tevgera serxwebûnxwaz a Papûaya Rojava. Ji bo endamtiya tevgera Papûayê kurtedemek berê 150,000 daxwazname pêşkêşî MSG’yê hatibû kirin.

Di dengdana ku di civîna di 26’ê Hezîranê ya li Giravên Solomon hat lidarxistin de hin nûner destekê dan endamtiya Tevgera Yekgirtî ya Rizgariya Papûaya Rojava (ULMWP) lê hin aliyên din jî xwestin vê tevgerê bi tevahî ji vê rêxistina herêmî dûr bê hiştin.

Di derbarê encamê de sekreterê giştî yê ULMWP’yê Octavianus Mote got ku “Digel ku me endamtiya tam bi dest nexist, ji ber ku ev gava yekemîn a naskirina tam a polîtîk e, em biryara lîderan xweş pêşwazî dikin.”

Bi endamtiya xwe wê tevgera serxwebûnxwaz ligel Endonezyaya dagirker beşdarî hemû civînên rêxistinê bibe û wê bibe xwediyê şensê eşkerekirina qirkirin û binpêkirinên mafên mirov ên ji aliyê Endonezyayê hatine kirin.

MSG rêxistineke herêmî ye ku bi beşdariya Fîjî, Giravên Solomon, Vanûatû, Papûa Gîneya Nû û Kanak û Eniya Rizgariyê ya Neteweyî ya Sosyalîst (FLNKS) hatiye damezrandin. Rexistin  di 1986’an de bi armanca xurtkirina bazirganî û aboriyê û parastina çandên cuda yên Melanezyayê ji aliyên van dewletên li herêmê ve hat damezrandin.

Kurtedîroka problema Papûaya Rojava

Papûaya Rojava, piştî vekişîna kolonyalîstên holendî, di 1962’an ji aliyê Endonezyayê hat dagirkirin. Beriya vekişînê, hin planên Holendeyê yên ji bo damezrandineke rêvebiriyeke xwecî hebû û di 1961’an de hêzên papûayî gavekê ji bo serxwebûnê avêtibûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1962’ande midaxaleya vê krîzê kir û bi Peymana New Yorkê ya di vê salê de bi armanca ku referandûmeke serxwebûnê bê lidarxistin, welat xist bin kontrola xwe.  Mixabin ji ber midaxelaya Artêşa Endonezyayê referandûma 1969’an din ava serbestiyê de nehat lidarxistin û di encama referandûmê de welat bi Endonezyayê ve hat girêdan.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …