PNV û EH Bildu di hilbijartinên li Baskê de bi ser ketin

PNV (Partiya Neteweperest a Bask) di her sê hilbijartinên sê herêmên Baskê (Gipuzkoa, Bizkaia û Araba/Alava) bû partiya yekemîn. Herwiha heman partî li paytextên van her sê herêman şaredariyan bi dest xist.

Di hilbijartina lokal de PNV bi 408.462 dengan, ji % 36,24’ê dengan bi dest. Bi vê encamê partî bû xwediyê 1.057 endamên meclîsê yên şaredariyên li Welatê Bask ku hejmara wan 2.651 bûn. PNV ji 251 şaredariyên li Baskê 125 şaredariyan bi dest xist. Li paytextên herêman,  Bilbao, San Sebastian, Vitorîa û bajarên mezin PNV bû partiya yekemîn. Di hilbijartina derbasbûyî de San Sebastian EH Bildu û Araba PP bi dest xistibû.

Ji bilî şaredariyên mezin, PNV bû rêvebirê nû yê her sê diputacion foral (parêzgehên foral) Bizkaia, Gipuzkoa û Araba-Alava. Beriya hilbijartinê, Diputasyona Gipuzkoayê di destê EH Bildu de û Diputasyona Arabayê di destê partiya îspanyolîst PP’yê de bû. Butçe, polîtîkayên civakî û çêkirin û rêvebiriya riyan di destê diputasyonan de ye.

EH Bildu ku nûnerê çepa neteweperest e û ji xeta siyasî ya Herri Batasunayê tê, di vê hilbijartinê de bi taybetî li herêma Navarrayê hebûna xwe xurtir kir û bû partiya yekemîn a çepgir a xwedî herî zêde endamên meclîsê yên şaredariyan. Di hilbijartina ji bo Parlamentoya YE’yê de jî partiyê 1,2 milyon deng bi dest xistin. Di hilbijartinê de EH Bildu kampanya xwe li ser slogana ‘avakirina welatekî li ser bingeha baskbûnê, çep, komarger, femînîst, serbixwe’ damezrandibû.

Navarra (bi baskî Nafarroa) di dîrokê de herêma herî mezin a baskê bû ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst a dewleta îspanyol gav bi gav ji Welatê Bask hatiye veqetandin. Navarra tevlî Herêma Xweser a Bask, yek ji du herêmên li Îspanyayê ne ku xwedî mafên berfireh in. Hemû bacên li ser erda her du herêman ji aliyê rêvebiriyên xweser tên berhevkirin û qismekî jê ji dewletê re tê şandin.

Di her sê hilbijartinên li Welatê Baskê (Herêma Xweser a Bask) de partiyên navendê PP (Partiya Gel) û Podemos encamên xerab girtin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …