Home / Civak / Pevçûna Êtûna Conga: Cajamarca teslîm nabe

Pevçûna Êtûna Conga: Cajamarca teslîm nabe

 

 

Şerê li ser projeya Êtûna Conga yek ji nakokiya civakî ya heyî ya herî berfireh a li Perûyê ye. Îro, nifûsa lokal li dijî yek ji projeyên madenvaniyê zêr a herî mezin a Amerîkaya Latîn Minas Conga di ber xwe didin. Rewş bêaram e û berxwedan didome lê gelek kes hîs dikin ku nakokî dike bi dawî bibe.

Eger bi kurtî bê gotin, Conga projeyeke Yanacoha ya 4.8 milyon dolarî ye. Yanacocha şîrketeke ku berjewendiyên şîrketa madenvaniyê ya Newmont (Amerîka), Buaneventura (Peru) û IFC’ya ku girêdayî Bankeya Cîhanê ye. Ew dixwaze çavkaniya hewzeya avê ya wîlayeta Celendin û parçeyeke hewzeya avê ya Cajamarca û Hualgayoc hilweşîne û bibe sebeba kêmbûn û qirêjiya avê.

Kampanyaya li dijî projeyê her ku diçe gur dibe. Têkoşîn ne yê kesekî tenê an kesên payebilind e ku medyaya mezin dixwaze we pê bide bawerkirin lê bêtir têkoşîna gel e û ji ber vê xurt e.

Jina Gola Şîn

Jina ku mînakeke berbiçav a têkoşînê yê Doña Maxima Acuña Chaupe ye û ji bo parastina erdên wan hem rêbertiyê ji malbata xwe re dike û hem jî di nava dilê têkoşînê de cî digire. Şîrketa madenê ku ferq kir ku hewldanên wan ên bi israr ên ji bo kirîna hemû erdên ku wê li ser xebat bihatana kirin, rastî çend astengiyan hatin –yek ji astengiyan erdên malbata Chaupe bû- vê care hewld dan ku bi şîdet û çavtirsandinê malbatê ji erd dûrbixin. Bi wêrekî û bi sebir li dijî hemû kiryaran malbat bi serfirazî di ber xwe  da.

Malbat dide zanîn ku ji ber ew xwediyên wê yên rastî ne, ew ê dev ji erdên xwe bernedin; ew bawer dikin ku golên çiya pîroz in û ji bo parastina wan û Dayika Axê çi ji dest tê wê bike. Lewma, eger şîrketa madenê karê xwe yê bi zorê valakirina vê malbata campesino (gundî) ji ser erd bidomîne, ew ê mafê wan ê xanî, hawîrdora bi ewle, xurek (ji ber ku erda wan çavkaniya xurekên wan e) û heta mafê jiyanê binpê bike.

congasull

Krîmînalîzasyona protestoyên civakî

Çewsandin di heman demê de ber bi hemû tevgera berxwedanê belav dibe û di nava demê de gur dibe. Mirtha Vasquez ku parêzerekî mafê mirovan ê lokal e, di rapora xwe ya “Krîmînalîzasyona protesteyên li Perûyê” de detayên ku çawa dewlet rola parazvanê berjewendiyên neoliberal ên wekî bi rengekî kêfî û bi sîstematîk hewlê dide ji bo tunekirina hêmanên ku li ser riya xebata vê modelê astengiyê derdixin, li ber çav radixe.

Vasquez dibêje ku ji 2002’an û vir ve hikumetên Perûyê çend qanûnên ku mafê protestokirinê bi sînor dikirin û di pevçûnên civakî de hêzeke zêdetir dida polîs an hêzên çekdar, derbas kirine. Di 2007’an de hikumet li dijî sûcê birêxistinkirî qanûnekê derbas kir lê bi riya terîfkirina protestoyên civakî wekî “ji bo berjewendiyên xwe bikaranîna zorê” ew dikarin heman qanûnan ji bo girtina protestovenekî heta 25 salan di girtîgehê de bi kar bînin.  Vê cezayê heta ji cezayên li dijî hin cînayetan zêdetir e. Di nava tawanbirkirinên din de xebata ji bo aştiyê, rêznegirtina ji sembolên welatparêziyê re û destekdayina serhildanê jî hene. Di dema nakokiya Congayê ya di du salên dawî de, nêzîkî 300 kes bi sûcên cihêreng ve hatin tawanbakirin. Lê wekî ku Vasquez dibêje ev ne tawanbarkirinên li dijî derdorên cihêreng bûn –ji % 90’ê kesên hatin tawanbakirin lîderên civakî an otorîteyên ku bi awayekî eşkere hikumetê rexne dikirin bûn.

Rêvebiriya Rondas Campesinas a gundiyan a berpirsê kontrola vî erdî ku li gorî Destûra Bingehîn a Perûyê ji 1986’an û vir xwedî vî mafî ye, rastî êrîşê hat. Ji ber ku ew li dijî projeya madenê helwest nîşan dan vê êrîşê pêk hat. Pratîka darizandina kesê tê tawanbarkirin ê ji aliyê meclîsa arondero (a ku ji aliyê gundiyan ve hatiye damezrandin –wergêrhat betalkirin û paşê hin lîderên ronderoyan bi revandina kesan ve hatin tawanbarkirin. Yek ji van lîderan ji ber midexalekirina komeke leşkerên ku li hember keçeke biçûk destdirêjiyan kirin birêvebir niha bi 32 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Destdirêjiya li hember keçên temenbiçûk pêkhatineke normal a di dema rewşa awarte de pêk tê ye û di encama vê de heta niha zarokên 10 keçan çêbûne. Piştî şerê hiqûqî yê dirêj, lîderê rondero ji cezayê girtîgehê xelas bû lê mecbûr ma ku cezayeke pere ya zêde bide.

Necezakirina hêzên dewletê zêde dibe

Hêzên polîs û leşker ji ber kiryarên wan ên di dema bêaramiyê de nayên darizandin. Di nava azadiya van kesan de mafê hiştina protestovanekî qasî 24 saet di bin çawa de, dûrxistina laşên mirovan ji ciyê bûyerê bêyî hebûna peywirdarên ji dadgehê jî hene. Heta Çileya 2014’an ne polîs ne jî leşker ji ber kuştin an birîndarkirina kesan di dadgeheke cezayê de nehatine darizandin.

Yek ji aliyê mirov jê fikar dike yê vê rewşê ev e ku polîs bi tenê ji dewletê ferman nagirin lê di heman demê de bi awayekî rasterast ji şîrketa madenê jî fermanan digirin. Qanûna 27238’an destûrê dide ku rêvebirên polîsan bi armanca ewlekeriya wan bikaribe bi şîrketên taybet re peymanan îmze bikin. Ew dikarin vê di nava çarçoveya wezîfeya xwe an ji bilî wezîfeya xwe bikin lê di her du rewşan de jî destûr tê dayîn ku unîformaya xwe ya polîsiyê li xwe bikin û çekên ku dewletê dane wan bi kar bînin. Lewma dema ku polîs li dijî protestovanan şîdetê bi kar tîne û mafê protestoyê yê welatiyan îhlal dike, nayê zanîn ku ew vê kiryarê di bin fermanên dewletê de an yên şîrketên madênê de pêk tînin.

Lê gelê vir jî bêdeng namînin. Di 22’yê Nîsanê de kesên ku ji her aliyê wîlayeta Celendinê hatibûn li bajêr kom bûn û bi armanca ku di derbarê darizandina ewqas zêde lîderên civakên lokal de daxuyaniyekê bide, meşiyan ofîsa dozger. Di dawiya çalakiyê de dozger derket derve û soz da ku ew ê rêzê ji qanûna Rondas Campesinas re bigire.

Newmount, tu guhdarî dikî?

Newmount nerîna civaka lokal baş dizane. Komên lokal giliyên xwe pêşkêşî Komîsyona Nav-Amerîka ya Mafên Mirovan, Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kirin. Komîteya Edalet û Aştiyê ya Denverê ku ji komeke aktîvîstên li bajarê Denverê yê li eyaleta Colorado ya Amerîkayê pêk tên, bi awayekî rêk û pêk li ber navenda şîrketê protesyoyan li dar dixin. Di destpeka îsal de heyetên ji Cajamarcayê meşiyan ofîsên Newmountê yên li Limayê. Di vê meşê de bi deh hezaran kes cî girtin.

Rastiyeke herî li ber çav ev e ku gelê Celendin, Cajamarca û Hualgayocê wê dev ji şerê xwe bernedin. Digel hemû çewsandin û hewldanên ji bo bicîkirina tirsê di dilên protestovanan de, Parêzvanên Golan wê golên ku jiyanê dide wan biparêzin. Ew dizanin ku eger vê projeya hilweşîner pêşkeve wê ew ê dawî li çandiniya wan, tenduristiya wan û heywanên wan, pêşeroja zarokên wan û nifşên bê were.

Li aliyekî din, Newmount qebûl kir ku eger pêdivî hebe ew dikare li ciyekî din razemeniya xwe pêk bîne. Em nizanin ku ev tehdîdeke veşartî ya li dijî hikumeta Perûyê ye an niyeta rastîn e lê em vê rastiyê baş dizanin ku berevajiya campesinosên li Cajarmarcayê, opsiyonên wê yên din hene.

Newmount hilberînerê zêr ê duyemîn ê li cîhanê ye û ji bilî Perûyê li DYA, Awistralya, Gana û Endonezyayê projeyan dimeşîne. Eger ew vê projeya xwe ya taybet bidomîne ew ê bi tenê rastî mixalefeta zêdetir were û ew ê bibe berpirsê kiryarên şîdetê ku polîs li ser navê wê dimeşînin.

—————-

Vê gotarê ji aliyê Lynda Sullivan ve hatiye nivîsandin û di 01.05. 2014’an de di Upsidedownworld.org’ê de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

 

About infowelat.com

Check Also

Yûnanîstan penaberên ji Tirkiyeyê dersînor kir

Rojnamegerek tirk û îltîcaxwaz: “Li ser sînorê Tirkiye-Yûnanîstanê kesên bi maske li me xistin û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *