PEN raportekê di derbarê Tirkiyeyê de weşand

 

PEN’a Navneteweyî û PEN’a Norwêcê raporteke berfireh di derbarê paşveçûna azadiya îfadeyê ya înternetê ya li Tirkiyeyê weşandin. Bi vê dokumana ku di 16’yê Çileyê de hat weşandin, hejmara raportên PEN’a Navneteweyî ya li ser Tirkiyeyeyê ji 2012’an û heta niha gihîşt sisêyan.

Di raportê de li ser nimûneyên binpêkirinên rêvebiriya Tirkiyeyê ya li dijî azadiya îfadeyê ya di înternetê de tê sekinandin. Raport di heman demê de li ser zilma li dijî rojnamegeran û nivîskarên ku di înternetê de dinivîsin, qebûlkirina qanûnên nû yên ku destûrê dide ku dewlet materyalên di înternetê de tên weşandin sansur bike û pratîka çavdêriya berfireh a li ser înternetê de disekine.

Her du saziyên navborî di dokumana hatiye amadekirin de nîşan didin ku “ew bi awayekî cidî di derbarê derenceya kontrola awarte ya ku otorîteyên Tirkiyeyê hewl didin li dijî nîqaşên meşrû yên di înternetê de tên meşandin bi kar bînin, bi fikar in.”

Amadekarên raportê bang li Tirkiyeyê dikin ku “rêzê ji wezîfeya xwe ya parastina mafê azadiya îfadeya înternetê re bigirin” û hemû rojnamegerên girtî serbest berde.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …