Nexşeriya cihêrengiya ziman a Ewrûpayê

 

 

Tora Destekirina Cihêrengiya Ziman (NPLD) di 5’ê Sibatê de li Parlamentoya Ewrûpayê Nexşêriya Cihêrengiya Ziman a Ewrûpî ji raya giştî re eşkere kir.

Di nexşeriyê de NPLD balê kişand ser teahuda Yekitiya Ewrûpayê (YE) ya ji bo cihêrengiya ziman ku destekê dide ji bo parastina hemû zimanên li Ewrûpayê tê axaftin û diyar kir ku zimanên fermî yên li ser hemû erda Ewrûpayê divê di asta YE’yê de jî bibin fermî. Bi vî awayî nexşerê mijara fermîbûna zimanên wekî katalanî, baskî, galîsî û oksîtanî ku li hin herêman zimanên fermî ne, anî rojevê.

Di nexşeriyê de hat destnîşankirin ku eger jîndariya ziman wê bi sîstema aboriyê ya pêşketî ya welatên endam ve bê girêdayin û civakên ku di nava aştiyê de bi hev re dijîn bên damezrandin, divê polîtîka û însîyatîfên ku li ser wan baş hatine fikirîn derkevin holê.

Di daxuyaniyê de serokê FUEN’ê (Yekitiya Federal a Gelên Ewrûpayê) Lorant Vincze jî destekê da nexşeriyê û got ku divê di dokumanê de perwerdeya zimanê dayikê û bikaranîna zimanê dayikê ciyekî berfirehtir bigirtana. Herwiha, Vincze pêşniyaz kir ku Nexşeya Kêmar&Zimanên Kêmar û Herêmî  jî wekî pêvek tevlî dokumanê bê kirin.

Di mehên li pêş de wê nexşerê ji konsûltasyonê re bê vekirin û piştî şeklê wê yê dawî bê nivîsandin wê di Cotmeha 2015’an de bi konferansekê li Brukselê bê eşkerekirin.

Çavkanî: Fuen.org, Nationalia.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …