‘Me naxin nav karê Navsûran’

 

Seroka Daîreya Mîrateyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya, aşkere kir ku Rêveberiya Qadê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkilî pêvajoya Navsûrê nayêne kirin. Soyukaya diyar kir ku mîrateya çandî ya şênber û neşênber darbeyeke mezin xwariye û got, “Metirsiyên min ên mezin hene.” 

Seroka Daîreya Mîrateyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya, der barê Navsûran de daxuyanî dan.

Nevîn Soyukaya bal kişand ku Navsûran, Sûrên Amedê, Baxçeyên Hewselê, Kela Navîn û Kaniya Enzelê li xwe digire Qada Mîrateya Cîhanê ye; beşa Geliyê dîjleyê ku li perê zanîngehê dinêre, herêmeke tampon e ku Riya Hesinî, DSÎ û riya bejayî digire nav xwe. Soyukaya da zanîn ji ber ku Navsûrê qadeke sît a bajarî ye ji herêmên din ên tampon cudatir e.

Divê Navsûrê hem bi qanûnê xwecihî hem jî UNESCOyê bihata parastin

Soyukaya bal kişand ku li vê herêmê 610 avahiyên tescîlkirî hene û anî ziman ku Navsûran qada sîtê ya bajarî ye herêma tampon a UNESCOyê ye, ji ber vê yekê hem divê ji aliyê UNESCOyê hem jî qanûnên xwecihî ve bête parastin.

Soyukaya destnîşan kir ku Plana Îmarê ya Bo Parastina Navsûrê qadên bajarî yên sîtê makeqanûnî ye, ji ber ku Mîrateya Cîhanê ye ligel vê planê divê Plana Qada Rêveberiyê jî bête pêkanîn û got, “Divê bi van her du planan bikin û bo wê derê çi pêwist be bête kirin.”

Rêveberiya Qadê karbeşiya wê tîne cih

Soyukaya da zanîn ku bi pêvajoyê re tiştê bê kirin aşkere ye û aşkere kir ku hemû xebatên bêne kirin divê bi ser Serokatiya Qada Rêveberiyê bêne kirin û Soyukaya der barê mijarê de agahiyên berfireh dan.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …