Li Amedê azmûna demokrasiyê

 

 

Li navenda Amedê û heşt navçeyên wê ji bo hilbijartina namzetên şaredariyê yên BDP’ê,  pêşhilbijartin hat li dar xistin. Ji her derdorên civakê nêzîkî 12,000 delege di 24’ê mehê de ji bo diyarkirina namzetan dengê xwe bi kar anîn.

Li navenda Amedê delegeyên her navçeyê li ciyên cuda ku ji bo her navçeyê hatibû diyarkirin, çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Pêşhilbijartinên ji bo navenda bajêr di navbera 8:00 û 17:00’an de li Salona Resepsiyona Qada Jiyanê ya Sumerparkê, li Salona Sporê ya Baxlerê, li Navenda Çandê ya Cegerxwînê, Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin hat li dar xistin.

Bi tevahî 158 namzet ji bo şaredartiyê ketin pêşbirkê ku hejmara wan li gorî navçeyan wiha ne: Baxler 8, Bismil 11, Çinar 7, Farqîn 11, Çêrmûk 6, Hezro 12, Karaz 15, Hêne  9 û Erxenî 24, Peyas 13, Yenîşehîr 9, Egil 1 û Çingûş 1. Li navçeyên din ên mayî ku pêşhilbijartin nehatin kirin, wê namzet bi riya liberçavgirtina temayula gel û biryara navenda giştî ya BDP’ê bên diyarkirin.

liste_baxler

 

 

 

 

 

 

Encama pêşhilbijartina navçeyên hatin eşkerekirin wiha ye:

Bajarê Mezin: Gultan Kisanak

Baxler: Bîrsen Kaya Akat

Bismil: Cemîle Emînoglû

Çinar: Ahmet Cengîz

Farqîn: Yuksel Bûdakçi

Licê: Rezan Zoxurlu

Peyas: Mehmet Alî Aydin

Sûr: Seyît Narîn

Yenîşehîr: Selîm Kurbanoglû

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …