Li Şîliyê greva karkerên şaredariyan bi dawî bû

 

 

Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê greva karkerên şaredariyan ku qasî mehekê berdewam kir û li 300 şaredariyên li seranserê welat belav bû, bi dawî bû.

Nûnerên Komeleya Şaredariyên Şîliyê (AChM) û nûnerên hikumetê di 19’ê mehê de li hev kirin û rojekê paşê karker dest bi karê xwe kirin. Wezîrê Karê Hundir ê Şîliyê Andres Chadwick li ser mijarê axivî û got ku “Karkerên şaredariyan çi dixwestin bi dest xistin.”

AChM jî dilxweşiya xwe bi peymanê re anî ziman lê li aliyekî din jî sebeba dirêjbûna grevê û sekinandina xizmeta şaredariyan bi helwesta hikumetê ve girêda. Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “çend hefte berê vê nakokiyê dikaribû bihatana çareserkirin” lê ji ber astengiyên li ser riya peymanê kir ku “ji bo welatiyan encamên cidî derkevin holê.”

Hikumet bi vê peymanê qebûl kir ku îkramiyeya çar mehan a karkeran ku qasî ji % 10’ê meaşê wan e, derxe asta xebatkerên girêdayî dewletê dixebitin ku ev ji % 30’ye. Ev zêdebûn wê di 25 mehên bê de neguhere û di dawiya vê demê de wê her du alî ji bo lihevkirineke nû dîsa bi hev re rûnên.

Hikumet di heman demê de qebûl kir ku ji bo meaşên karkerên şaredariyan ji % 15 zêde bike, guherînên nû di hiqûqa kar de bike.

Çavkanî: Santiago Times

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …