Konferansa Zimanên di Xetereyê de û Erd

Çalakiyeke girîng a ji bo zimanên di xetereyê de bi beşdariya gelek kesên eleqeder hefteya borî li Îzlandayê  hat lidarxistin. Navenda Navneteweyî ya Vigdis a Pirzimanî û Famkirina Navçandî ya li Reykjavicê di 22-25 Tebaxê de ji konferansa salane ya Wekfa Zimanên di Xetereyê de (FEL) malovaniyê kir.

Bi vê çalakiyê, FEL konferansa xwe ya 22’emîn a li ser parastina zimanên di xetereyê de lidarxist. Mijara îsal a konferansê Zimanên di Xetereyê de û Erd: Çêkirina Nexşeya Hawîrdora Pirzimanî bû. Gelek kesên li ser parastin, vejîn û dokumentasyon û arşîvkirina zimanên di xetereyê de xebatê dimeşînin beşdarê konferansê bûn.

Zimanzan diyar dikin ku di navbera ziman û erda ku ziman lê tê axaftin de têkiliyeke xurt heye. Erd parçeyeke girîng a nasnameya civaka ziman diaxive ye. Peyv û strûktûra zimanekî di bin tesîra taybetiyên cografîk û ekolojîk a erda ku gel lê dijî derdikevin holê.

Li aliyekî din, toponomî (navê ciyan) zimanên li erdekî tê axaftin nîşan dide. Di vê çarçoveyê de du pirsên di konferansa îsal de hat nîqaşkirin ev bûn: Senaryoyên xetereya li hember ziman ên li herêmên cihê yên cîhanê çawa ji hev diguherin? Erd (an tunebûna erd) roleke çawa di warê bikaranîna domdar a ziman a axêver de dilîze?

Çêkirina nexşeyên ziman bi awayekî rast û têkûz ku mijareke konferansê bû, hat nîqaşkirin. Hin pispor didin zanîn ku nexşeyên heyî zimanên li ser erdekî tê axaftin baş nîşan nadin. Ji bo çareserkirina vê problemê pêdivî bi pêşvebirina teknîkên nû tê dîtin. Lewma hin beşdar teblîxên li ser metodên çêkirina neşxeyan a bi riya bikaranîna teknolojiyên dijîtal ên pêşketî pêşkêşî konferansê kirin.

Dokumentasyona zimanên di xetereyê de jî bû mijareke sereke yê çalakiyê. Lêkolîner didin zanîn ku li gelek aliyê cîhanê zexta zimanên mezin ê li dijî civakên biçûk ewqas zêde bûye ku bi lez zimanên biçûk ji holê radibin û kesên dixwazin paşveçûna ziman bisekinîn bi ser nakevin. Di vê astê de girîngiya dokumentasyon û arşîvkirina ziman derdikeve holê. Hin beşdar li ser vê mijarê teblîx pêşkêş kirin nîqaşên dûvedirêj meşandin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …