Komara serbixwe ya demkurt: Bîafra

Di encama wê dorpêça xedar a Nîjeryayê de, li Bîafrayê di nava 3 salan de nêzîkî 3 milyon îgbo jiyana xwe ji dest dan.

Bi milyonan kes jî dan ser riyên penaberiyê yên ber bi derveyî welêt.

Di ser vê dîroka reş re 50 sal derbas bûn.

Lê hîn jî birînên wê demê nehatine kewandin û gelê Bîafrayê doza xwe ya ji bo serxwebûnê didomîne.

Rizgar Botan

Herêma ku gelê îgbo tevlî gelên ogonî, ekon û îjaw lê dijî, wekî Bîafra tê binavkirin. Ev der navê xwe ji Komara Bîafra ya 1967’an digre ku bi tenê 3 salan li ser piyan mabû.

Nîjerya sala 1960  bi awayekî şeklî ji Brîtanyayê serbixwe bû, lê piştî 6 salan het nava gerîneka derbeyên leşkerî.

Ev çerxa şiddetê bi fermandarên gelê îgbo dest pê kir û bû sebeb ku hemû hêzên din berê çekê xwe bidin wî gelî.

1966 artêş bi iddiyaya ku li dijî gendeliyê tevdigere, li hemberî hikumeta navendî derbeyeke pêkanî û piranî lîderên wê înfaz kir.


Harîteya Bîafrayê: Welat, li başûrêrojhilatê Nîjeryayê, li ser sînorê bi Kamerûnê re ye. Başûrê welêt seranser ji peravên Okyanûsa Atlantîkê pêk tê.

Salek piştre, fermandarên ji gelê hausa-fulanî ji bo tolhildanê komkujiyeke li ser gelê îgbo pêkanîn.

Herî kêm 30 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes terka cîûwarên xwe kirin.

Fermandarên îgbo nedixwestin welatê wan di bin kontrola Nîjeryayê de be.

Komara Bîafrayê

Lewma jî di sala 1967 de li başûrê welêt komara serbixwe ya Bîafrayê damezdandin.

Ev jî bû sebeba trajediya mezin ku gelê îgbo rûbirû ma.

Dewletê bi siyaseta birçîhiştinê xwest dewleta nû têk bibe û lewma jî li ser Bîafrayê dorpêçeke giran meşand.


Piştî têkçêna artêşa Bîafrayê, girseyeke mezin a nifûsê terka welêt kirin.

Serhildêrên bîafrayî hêvî dikirin ku hêzên navnetewî midaxele bikin.

Lê ev yek pêk nehat.

Şikestin û Komkujî

Di encama wê ablûkaya xedar de, di nava 3 salan de, nêzîkî 3 milyon îgbo jiyana xwe ji dest dan.

Bi milyonan kes jî dan ser riyên penaberiyê yên ber bi derveyî welêt ve.

Di 1970’an de hêzên nîjeryayî parazvanên serxwebûnê têk birin û Bîafayê dagir kirin.

Di van salên dawiyê de tevgera serxwebûnxwaz a li Bîafrayê dîsa çalak dibe.

Di ser vê dîroka reş re 50 sal serbas bû lê birînên di wê demê de vebûne hîn nehatine kewandin.

Ji wê rojê û wir ve gelê bîafrayê ji bo jiyaneke serbixwe û azad têkoşîna xwe ye ji bo mafên neteweyî didomîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …