Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin.

Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê tê lidarxistin. Li derdora 1500 xwendekar bi hêviya pêşxistina şarezahiya xwe ya ziman beşdarê vê bernameyê dibin.

Di bernameya îsal de pêşxistina şarezahiya guhdarîkirina aktîf, xweîfadekirina devkî, meşandina nîqaşan û welatîbûna global cî digire. Çalakiya navendî ya bernameyê ya bi navê “Rêwîtiya dirêj” li ser problema koçberiya ji ber şerên navxweyî derdikeve holê disekine. Di çalakiyê de beşdar xwe dixin dewsa kesên li civakên şerê navxweyî lê pêk tên û ji wan tê xwestin ku ji van du riyan yekê hilbijêrin: li dijî mercên jiyanê ku her roj giran dibe di ber xwe bidin an terka mal, malbat û cîhana ku pê dizane bikin û berê xwe bidin cîhaneke pê nizanin.

Sekreteriya Giştî ya Polîtîkaya Ziman a girêdayê Wezareta Çand, Perwerde û Zanîngehan û Midûrtiya Giştî ya Ciwan, Beşdarî û Karên Dilxwaziyê ya di bin banê Wezareta Polîtîkaya Civakî de berpirsê plana dînamîzekirina ziman in. Herdu wezaret jî girêdayê Xunta de Galicia’ne (Hikumeta Galîsyayê). Xunta ji bo amadekirina vê planê û însîyatîfên din ên ji bo bilindkirina axaftina zimanê galîsî di nava ciwanan de pêvajoyeke beşdariyê ya berfireh dimeşîne. Saziyên rêvebiriya herêmî û rêxistinên civakî ji bo planê nîqaşan dimeşînin û paşê li hev dikin.

Li Galîsyayê di 2015’an de ji aliyê parazvanên ziman pêvajoyeke siyasî ya parastina ziman hatibû destpêkirin. Di wê demê de ji bilî partiya îktîdar a Îspanyayê PP (Partiya Gel), hemû rêxistinên siyasî yên herêmî Deklerasyona Yekgirtî ya ji bo Normalkirina Zimanê Galîsî îmze kiribûn. Rêxistin ji hikumeta herêmî daxwaz kiribûn ku ji bo normalkirina zimanê galîsî têkeve nava helwdanan.

Zimanê galîsî

Galîsî wekî zimanên portekîzî, îspanyolî, katalanî, îtalyanî û hwd. zimanekî roman e (ji latînî hatiye) ku 2000 sal berê li bakurêrojavayê Îspanyayê derketiye holê.

Rêvebiriya herêma xweser a Galîsyayê diyar dike ku ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn 2.2 milyon kes vî zimanî diaxive. Axaftina ziman bi awayekî homojen li herêmê belav bûye û herêmeke ku ziman lê ji holê rabibe tuneye.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …