Tatarên Kirimê 70 sal berê hatin sirgûnkirin

 

 

Di 12’ê Gulana 1944’an de Artêşa Sor li nîvgirava Kirimê hêzên Nazî têk bir û bi vî awayî dawî li Êrîşa Kirimê ya Eniya Rojhilat anî. Josef Stalîn ku ji bo cezekirina her kesê ku di dema dagirkirina herêmê ya sê salan de ji hevkariya wan a bi almanan re şik dihat kirin bi biryar bû, talîmata sirgûna bi hezaran kesan a ji bo kampên kedê yên Sovyetê da. Di nava van de tatarên kirimî jî hebûn ku di 18’yê Gulana 1944’an bi awayekî girseyî ji welatê xwe ber bi Asyaya Navîn ve hatin sirgûnkirin. Nîvê wan di pêvajoya dirêj û dijwar a sirgûnê de mirin û kesên jiyana xwe domandin û 12 sal şûn de serbest hatin berdan, ji bo di dawiyê de vegerin Kirimê mecbûr man ku li benda serxwebûna Ûkraynayê bisekinin.

Ji dema vegera xwe û vir ve, tatarên kirimî ku niha ji % 12’yê nifûsa Kirimê pêk tînin, rastî problemên sosyo-aboriyê ku wan di rewşeke dezavantaj de dihêle, dimînin. Ne tenê ew ji dayina tazmînata ji bo milkên wan ên ku wan di pêvajoya Sovyetê de winda kiribûn bêpar hatin hiştin lê ew di heman demê de rastî rêjeyeke bilind a bêkariyê, nelihevkirinên di warê erdan de, jiyana di xaniyên wêranbûyî de û asîmîlasyona çandî re jî rû bi rû dimînin. Lê digel hemû dijwariyan, tatarên kirimî têkoşîna xwe ya ji bo restorasyona mafên xwe yên polîtîk, aborî, civakî û çandî heta niha dom dikin. Wekî ku min di rapora xwe ya ji bo serokatiya UNPO’yê (Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin) ya di Mijdara 2013’an ya berê destpêkirina krîza niha ya li Ûkraynayê de destnîşan kiribû, wiha xuya dike ku vê hewldanê êdî berhemên xwe dide. Ji ber ku endamên YE’yê, DYA û Kanada desteka xwe ya ji bo naskirina Forûma Navneteweyî ya ji bo Restorasyona Mafên Gelê Tatar ê Kirimê û gelên din ên hatine sirgûnkirin ku însîyatîfeke ji aliyê Meclîsa Gelê Tatar ê Kirimê hatiye destpêkirin e, îfade dikin. Di vê çarçoveyê de hêviyeke şermok ku wê salvegera 70’yemîn a sirgûnê bikaribe bi naskirina Forûmê bê bibîranîn, di nava tatarên kirimî de derketiye holê.

Şeş meh şûn de, ji nêzîk ve bi pêşketinên li Kirimê derketine holê re eleqeder, ez bi tenê dikarim bêjim ku îsal bîranîna salane wê cuda be lê mixabin wê ne wekî ku dihat hêvîkirin be. Tirsa ku UNPO di pirtûka salane ya 1995’an de îfade kiribû –ya ku digot ji ber rêvebiriya Kirimê (bi giranî ya rûs) serxwebûna nîvgiravê an tevlîbûna wê ya Rûsyayê dixwaze- niha bûye rastî. Wekî encam, tatarên kirimî ku referandûma serxwebûnê ya îlegal a 16’ê Adara 2014’an boykot kirin, di bin rewşa ku bi awayekî xembar dişibe rewşa 70 sal berê de carekê din di warê pêşeroja xwe de bi teredutê re rû bi rû dimînin.

tatar_kirim

Bi hezaran malbatên ku di nava bêaramiya bilind dibe ya li Kirimê de ji dûbarebûna dîrokê ditirsin, bi armanca li Ûkrayna, Tirkiye û Polonyayê bi cî bibin, ji niha ve ji Kirimê reviyane. Kesên ku li paş mane rojane di bin çewsandina her ku diçe zêde dibe ya rêvebiriyên lokal û ‘hêzên xwe-parastinê’ de rastî êrîşên fîzîkî, êrîşên li dijî xaniyan, îşaretkirina deriyan, destdanîna ser erd, hilweşandina mal û milk û sûcdarkirina beşdariya çalakiyên derdorên radîkal tên. Heta ji vê jî xerabtir, ne tenê rêvebiriya Kirimê ketina lîderê tatarê kirimî Mustafa Cemîlev û yên din pênc salan asteng kir lê di 16’yê Gulana 2014’an de bi hinceta bêaramiya li rojhilat û başûrêrojhilatê Ûkraynayê, ji 16’ê Gulanê heta 6’ê Hezîranê ku di nava wan de kombûna tatarên kirimî yên ji bo bîranîna salane ya di 18’yê Gulanê de jî hebû, qedexe kir.

Ji ber rewşa hesas a bi giranî şermbar a ku tatarên Kirimê niha tê de ne, ez ji dil hêvî dikim ku wê civaka navneteweyî pêdiviya desteka xwe ya tam a ji bo tatarên kirimî ferq bike û bi armanca ku tatarên kirimî ku ew yek ji damezrînerê UNPO’yê ne, têkoşîna xwe ya bê şîdet a ji bo restorekirina mafên xwe bidomînin, ew teşwîq bike.

Marino Busdachin

Sekreterê Giştî yê UNPO’yê

——————–

Nivîs di 18.05.2014’an de di malpera UNPO’yê Unpo.org de hatiye weşandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …