Belçîka bermahiyên Lumumba li malbata wî vegerand

 

Belçîka, 61 sal piştî kuştina wî, bermahiyên lîderê şoreşger ê Kongoyê Patrice Lumumba, ewê li malbata wî vegerîne.

Piştî kuştina wî, cendekê Lumumba di nava asîtê de hatibû helandin û bi tenê dranekî wî yê zêr hatibû veşartin.

Bi boneya vegerandina dranê Lumumba, li Qesra Qraliyeta Belçîkayê merasîmek hate lidarxistin.

Ligel serokwezîrê Belçîkayê Alexander de Croo, nûnerên hukumeta Kongoyê û gelek mêvanên din tevlî vê bernameyê bûn.

Belçîkaya ku di 1885’an de Kongoyê dagir kiribû, ji ber rola wê ya di kuştina Lumumba de tê tometbarkirin.

Bi boneya vegerandina bermahiyên Lumumba li Belçîkayê merasîmek fermî hat lidarxistin. Di merasîmê de serokwezîrê Belçîkayê Alexander de Croo jî axaftinekê kir.

Hêjayî gotinê ye, serê meha hezîranê qralê Belçîkayê Philip çûbû Kongoyê û di dema serdana xwe de “ji bo birînên di demên berê de pêk hatibûn” xemgîniya xwe îfade kiribû.

Kî ye Lumumba?

Patrice Lumumba, li cîhanê wekî lîderê şoreşger ê tevgera serxwebûna Kongoyê tê naskirin.

Lumumba tevlî çend hevalên xwe, di 1958’an de Tevgera Neteweyî ya Kongoyê damezrand.

Di hilbijartinên demokratîk ên di 1960’an de, rêxistina Lumumba bi ser ket û Lumumba bû serokwezîrê yekemîn ê Komara Demokratîk a Kongoyê.

Di hilbijartinên demokratîk ên di 1960’an de, rêxistina Lumumba bi ser ket û Lumumba bû serokwezîrê yekemîn ê Komara Demokratîk a Kongoyê.

Lumumba xwest bi tevahî ji bin siya kolonyalîzma Belçîkî derkeve û ji vî welatî daxwaz kir, hemû leşkerên xwe paş ve bikişîne.

Ji ber sekna wî ya radîkal a li dijî kolonyalîzmê, Amerîka û Belçîka li dijî Lumumba bernameyek qirêj meşandin.

Li ser vê yekê Lûmûmba, xwe nêzîkî Yekitiya Sovyetê kir û ji vî welatî alîkarî wergirt.

Di 1960’an de bi destê serfermandarê artêşê Mobûtû derbeyek leşkerî pêk hat.

Dawî li Tevgera Neteweyî ya Kongoyê hat anîn û Lumumba hat girtin.

Artêşa darbekar, Lûmûmba şand kampeke leşkerî ya nêzîkî paytexta Kongoyê.

Di 17’yê Çileya 1961’an de Patrice Lumumba ji aliyê leşkeran ve hat kuştin.

Di 2001’an de Parlemena Belçîkayê li xwe mukur hat û berpirsiyariya xwe ya di kuştina Lûmûmba de qebûl kir.

Salek piştî vê jî, hukumeta belçîkî bi awayekî fermî lêborînê ji Komara Demokratîk a Kongoyê xwest.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …