Kaliningrad navenda krîza nû ya li rojhilatê Ewrûpayê ye

Kalînîngrad herêmeke biçûk a Rûsyayê ye ku di navbera Polonya, Lîtwanya û Deryaya Baltik de ye.

Kalîningrad bi mewqiya xwe ya stratejîk, malovaniyê ji çend baregehên hêzên deryayî yên Rûsyayê re dike.

Qedexeya Lîtwanayayê ya li ser sewqiyata kargoyê ya ji bo Kalînîngradê, ev çend roj in di rojeva Rûsyayê de ye.

Piştî reaksiyonên ewilî, vê carê bedevka Wezareta Karên Derve Mariya Zaxarova derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Zaxarova qedexeya Lîtwanyayê wekî gaveke “dijminiyê” bi nav kir û got; mafê Rûsyayê heye ji bo parastina berjewendiyên xwe tedbîran bigire.

Heman mijar hat rojeva civîna Konseya Karên Derve ya Yekitiya Ewrûpayê.

Şefê dîplomasiya Ewrûpî Josep Borel têkildarî vê daxuyanî da.

Borel got; di vê meseleyê de Lîtwanya “ne sûcdar e” û bi vî awayî jî qedexeya Lîtwanyayê ya li ser sewqiyata riyên hesinî ya ji bo Kalînîngradê parast.

Lîtwanya di 18’ê hezîranê de bi biryarekê sewqiyata bi riyên hesinî ya ji bo herêma Kalînîgradê qedexe kiribû.

Lîtwanya ragihandibû di çarçoveya ambargoya Yekitiya Ewrûpayê de wê êdî Rûsya nikaribe di ser Lîtwanyayê re komir, berhemên metal û avahîsaziyê û teknolojiya pêşketî bişîne Kalînîgradê.

Ku der e Kaliningrad?

Kalînîngrad herêmeke biçûk a Rûsyayê ye ku di navbera Polonya, Lîtwanya û Deryaya Baltik de ye.

Ji ber rewşa wê ya cografîk, xeta hesinî ya di navbera Rûsya û herêmê de di ser Letonya û Lîtwanyayê re derbas dibe.

Kalîningrad bi mewqiya xwe ya stratejîk, malovaniyê ji çend baregehên hêzên deryayî yên Rûsyayê re dike.

Herwiha, li herêmê baregehên hewayî yên Rûsyayê jî hatine avakirin û li van baregehan gelek balafirên şer ên pêşketî hatine bicîkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …