AtolyeBIA wê Kargeha Medyaya Kurdî çêbike

Weqfa Ragihandinê ya IPSyê dê 27-28ê Nîsanê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan li AtolyeBIAyê pêk bîne.

Edîtorên bianet kurdîyê, Murat Bayram û Ferid Demirel dê dersan bidin. Her weha rojnameger Hatice Kamera ku ji BBC tirkiyê, SBS Kurdî û VOA Kurdî ye re nûçeyan çêdike û rojnameger Safiye Alagaşa ku endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê wê behsa tecrubeyên xwe yên rojnamegeriyê bikin.

Guherîn û Geşbûna Medyaya Kurdî, Dîroka Nûçegihaniya Kurdî, Zimanê Medyaya Kurdî, Wergerandina Nûçeyên Tirkî Bo Kurdî mijarên dersan in. Bi tenê 15 kes dikarin beşdar bibin.

bianet bangî rojnamegerên bêkar hatîn hiştin, xwendekarên ragihandinê û wan kesên bala wan li ser nûçegihaniyê dike ku bila beşdarî atolyeyê bibin.

Hûn dikarin herî dawiyê 12ê Nîsanê daxwaza beşdariyê bikin.

Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Di nava sala 2018ê de 7 kargehên cida bi beşdariya 101 kesan çêbû. Di sala 2019ê de jî wê ev atolye bên çêkirin.

Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.

 Ji bo hûn beşdarî atolyeyê bibin divê hûn forma li jêr dagirin û bi sernivîsa “Kürtçe Habercilik ve Çeviri Atölyesi” ji bo navnîşana atolyebia@bianet.org bişînin.

* Zimanê kargehê wê bi kurdî be.

** Bêpere ye.

*** Di dawiya kargehê de ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.

**** Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin. 

Jêder: Bianet.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …