Abhazya: Krîza polîtîk a ji ber aborî û neteweperestiyê

 

 

Serokê herêma Abhazyayê ya li rojhilata Derya Spî piştî xwepêşanderên mixalif ketin avahiya serokatiyê, ji paytext Sukhumî reviya. Tê ragihandin ku serok Alexander Ankvab vekişiyaye bajarê Gudautayê  ya 40 km dûrî paytextê ku li wir hatiye dinyayê.

Mixalefeta li herêmê bi armanca ku dev ji karê xwe berde di 5’ê Gulanê de ultîmatom dabû Ankvab lê serokê kevn di dewsa ku daxwazên mixalefetê bîne cî, diyar kiribû ku hêzên çekdar ên herêmê girêdayî wî ne û ji bo pêkanîna aramiyê ew ê tedbîran bigire. Li ser vê helwestê xwepêşanderên mixalif roja 28’ê Gulanê daketin kolanan û êrîşî avahiya serokatiya herêmê kirin.

Xwepêşanderên li dijî Ankvab ji aliyê cigîrê serok Raul Khadzhimba ku demekê serokwezîriya herêmê jî kiriye ve tê birêvebirin. Khadzhimba di hilbijartina di Tebaxa 2011’an de ji aliyê Alexander Ankvab ve hatibû têkbirin. Piraniya şêniyên li Abhazyayê ji ber rewşa xerab a aboriyê û pêknehatina reformên pêwîst ne dilxweş in. Lê herçiqas hêzên mixalif ji bo xwepêşandanan vê sebebê diyarkiribin jî tê bawerkirin ku sebeba sereke ya bêaramiyê helwesta lîberal a rêvebiriyê ya li hember gurciyên li Abhazyayê dijîn e. Serokê kevn ê Abhazyayê dixwest gurciyên ku piranî li herêma Galiyê dijîn entegreyê civakê bike û ji bo vê pasaport dida wan û welatîbûna wan a Abhazyayê qebûl dikir. Li gorî hêzên neteweperest ên mixalif vê polîtîkayê li hember nasnameya abhaz tehdîtekê pêk tîne.

Li aliyekî din, neteweperestên abhaz li dijî entegrasyoneke xurt a Abhazyayê ya bi Federasyona Rûsyayê re jî kampanyayê dimeşînin. Hêzên navborî naxwazin Abhazya wekî herêmên rûsîaxêf Kirim an Transdînyesterê tevlî Federasyona Rûsyayê bibin û dixwazin di navbera her du aliyan de mesafeyekê hebe. Herwiha, hêzên mixalif li dijî kirîna erdên herêmê yên ji aliyê rûsan ve helwestê nîşan didin û ditirsin ku vê yekê wê hebûna rûsan a li herêmê xurtir bike.

Abhazya herêmeke kevn ê Gurcîstanê bû û qasî bîst sal berê bi şerekî naxweyî ji Gurcîstanê veqetiya. Abhazya di 2008’an wekî Komara Abhazyayê serxwebûna xwe îlan kir û ji wê rojê û vir ve ji aliyê alîkariya leşkerî û aborî ve girêdayî Federasyona Rûsyayê ma.

Çavkanî: Bbc.co.uk

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …