Kolonyalîzma medyaya Kanadayê û zimanên xwecî

Tê ragihandin ku ji % 93’ê zimanên aborîcînên Awistralyayê ji holê rabûne. Ev yek ji qirkirina ziman a herî mezin a li cîhanê ye. Lê eger rewşa zimanên li Kanadayê bi vî awayî dom bike, wê Kanada Awistralyayê derbas bike. Li gorî UNESCO’yê, ji 90 zimanên li Kanadayê 88 ziman dikin ji holê rabin.

Di navbera salên 1831-1969’an de 150,000 zarokên xwecî yên li Kanadayê bi zorê ji bo li dibistanan bixwînin ji malbatên xwe hatine girtin. Zarok di dibistanan de ji çand û zimanên xwe hatine dûrxistin û bi giranî rastî asîmîle û zordestiyê hatine. Piştî vê dema dirêj a asîmîlasyon û zilmê zimanên xwecî gav bi gav paş de çûne û ji holê rabûne.

Di vejîna ziman de rola medyayê diyarker tê dîtin. Lê hin astengiyên civakî, siyasî, aborî û çandî hene ku nahêlin gelên xwecî medyayê bi kar bînin. Ji ber van sebeban li Kanadayê xwecî nebûne xwediyê medyayeke xweser. Medyaya Kanadayê bi îngilîzî û fransî weşanê dike û di weşanên xwe de cî nade pêdiviyên gelê xwecî û binpêkirinên mafên mirov ên li dijî wan.

Rêxistinên xwecî ji bo vejîna zimanên xwe li ser pêdiviya damezrandina qenalên TV û radyoyê ku bi zimanên xwecî weşanê bikin, planan amade dikin. Mixabin tunebûna derfetên aboriyê niha destûrê nade ku ew gaveke wiha bavêjin. Ji ber vê yekê, hin derdorên xwecî dixwazin medyaya dijîtal (blog, malper, podcast, radyoya înternetê, YouTube)  bi berfirehî bi kar bînin. Bi riya bikaranîna teknolojiya ragihandinê parazvanê zimanên xwecî hêvî dikin ku paşveçûna zimanên xwe bisekinîn.

İnfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …