Tuncer Bakirhan rolmodelekî çawa ye?

Recep Dildar

Bêdengîya ji bo ziman mirin e. Heke rexne hebin divê niha bên kirin. Piştî Kurdî pûç bibe û derbasî nifşên li dû me nebe, girîna ji bo wî bêfeyde ye. Gotineke me heye dibêje, “Bi gur re dixwe, bi xwedî re digirî.” Asîmîlasyona ku em bi destê xwe dikin, ne kêmî ya dewletê ye, divê ev çerx bê guhertin.

Di nav civakan de, hinek mirov derdikevin pêş û dibin rolmodel. Rolmodel bandora xwe herî zêde li ser ciwanan dikin. Ciwan dixwazin wek rolmodelê xwe tevbigerin, kincan li xwe bikin, esprîyan bikin û biaxivin. Ji ber ku hilbijartin nêzîk bûye û sîyasetmedar derdikevin meydanan, rolmodelên ku herî zêde bala civatê dikişînin niha ew in. Niha kurdên polîtîze bûne, bi piranî li dora DEM partîyê civîyane. Di DEM partîyê de jî niha mirovê ku herî zêde balê dikişîne hevserok Tuncer Bakırhan e. Lewra yê ku di meydanan de diaxive ew e û bala herkesî li ser wî ye. Bi kurtahî, niha ji bo bi milyonan zarok û ciwanên kurd rolmodel Tuncer Bakırhan e. Îcar ka em lê binêrin Serokê DEM Partîyê, ji bo ciwanan û sîyasetmedarên din ên DEM Partîyê rolmodelekî çawa ye? Ez nikarim ji her alîyî de wî şîrove bikim, ev ne karê min e, lê wek nivîskarekî Kurd ez ê wî di warê ziman de binirxînim.

Roja 21ê sibatê, di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, sîyasetmedarên me moraleke xweş dan me, hem di civînan de, hem li meclîsa Tirkîyê şoveke xweş kirin û bi me re hêvîyek çêkirin ku girîngîya ziman fam kirine û wê ji niha pê ve xebatên xwe li ser wê zemînê bidomînin. Bi taybetî, kêfa me gelek ji pêşkêşîya hevberdevkên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partîyê birêz Heval Dilbihar û Cemîle Turhallı re hatibû. Bi wê hêvîyê, me gelekî xewnên xweş dîtin, lê paşê me dît û fam kir ku ew şovek bûye û ji bo rojekê bûye. Ne sîyasetek ji bo ziman heye, ne jî xebateke bi rêk û pêk.

Heke Tuncer Bakırhan, axaftinên xwe bi Kurdî bikira, ew ê bi milyonan hilbijêrên Kurd li wî binêrîya û hewl bidana ku bi Kurdî biaxivin. Wê ciwanan bixwesta wek hevserokên xwe biaxivin, wek wî silav bidin û wek wî xatir bixwazin.

Di vê hilbijartinê de, bi hindikî em li benda tiştekî bûn ku axaftin bi Kurdî bin û Kurd bi zimanê xwe xîtabî hev bikin, lê gava me dît li bajar û bajarokên kurdan hevserokê DEM Partîyê, piştî silaveke bi Kurdî dest bi axaftina bi Tirkî kir, hemû hêvîyên me şikîyan. Heke Tuncer Bakırhan, axaftinên xwe bi Kurdî bikira, ew ê bi milyonan hilbijêrên Kurd li wî binêrîya û hewl bidana ku bi Kurdî biaxivin. Wê ciwanan bixwesta wek hevserokên xwe biaxivin, wek wî silav bidin û wek wî xatir bixwazin. Di vê qadê de bandora rolmodel ev e. Heke axaftina wî bi Kurdî bûya, wê bandoreke xweş li ser ciwanan bikira û me yê jê re li çepikan bixista, me yê bigota, ‘mala Xwedê ava hevserokê me ji ciwanan re dibe rolmodelekî baş’. Dibe ku ev helwesta wî ji bo sîyaseta Kurd bibûya mîladek. Mixabin berê Kurdan da zimanekî din û ji bo ciwanan bû rolmodeleke gelekî xerab.

Sîyasetmedar derdikevin qadan, sloganan davêjin, şîretan li gel dikin û dibêjin: “Zimanê me rûmeta me ye, li zimanê xwe xwedî derkevin.” Hewcedarîya gel bi şîretan û sloganan tune ye. Û bi şovên ji bo rojekê jî tuneye. Hewcedarî ew e ku divê herkes ji xwe dest pê bike, bibe mînak û xelqeya dora xwe fireh bike. Heta sîyaset û sîyasetmedar di vê mijarê de xwe nekin mînak, bi Kurdî neaxivin û bi Kurdî nejîn, heqê wan tuneye ku şîretan li gel bikin. Sîyasetmedar gava bibêje bi Kurdî biaxivin û ew bi xwe neaxive, navê wê ya di Kurdî de durûtî ye.

Sîyasetmedar derdikevin qadan, sloganan davêjin, şîretan li gel dikin û dibêjin: “Zimanê me rûmeta me ye, li zimanê xwe xwedî derkevin.” Hewcedarîya gel bi şîretan û sloganan tune ye. Û bi şovên ji bo rojekê jî tuneye.

Niha dixwazim ji hevberdevkên Komîsyona çand û Ziman a DEM Partîyê birêz Heval Dilbihar û Cemîle Turhallıyê bipirsim, piştî ew şova ku we kir û we pê dilê me xweş kir, niha hûn ê ji gelê xwe re çi bibêjin? Sîyaseta ku divê qada hilbijartinê, ji bo zimanê Kurdî bikira qezencekê, rasterast kirine çerxa asîmîlasyonê. Gelo we hevserokê xwe hişyar kir yan jî hûn ketin nav hewldaneke wisa?  Sloganên bi Kurdî êdî zikê me têr nakin, divê meydan bi xwe Kurdî be, sîyaset bi xwe Kurdî be. Divê berî her tiştî sîyaset xwe biguherîne ku paşê bi sloganan şîret li gelê xwe bike. Hêvîya me ew bû ku Tuncer Bakırhan ji bo ciwanên Kurd bibe rolmodelekî baş, lê mixabin hêvîyên me pûç derketin.

Dîsa jî hîn dem derbas nebûye, Dem dikare bibe dema Kurdan. Em ê li benda hevserokê birêz bin ku bi axaftin û jîyana xwe vegere qada Kurdî. Lewra çavên bi milyonan Kurdan li ser wî ye.

Bêdengîya ji bo ziman mirin e. Heke rexne hebin divê niha bên kirin. Piştî Kurdî pûç bibe û derbasî nifşên li dû me nebe, girîna ji bo wî bêfeyde ye. Gotineke me heye dibêje, “Bi gur re dixwe, bi xwedî re digirî.” Asîmîlasyona ku em bi destê xwe dikin, ne kêmî ya dewletê ye, divê ev çerx bê guhertin.

Foto: Tuncer Bakirhan/X.com

——————————

Receb Dildar

Di sala 1958an de li Amedê hatîye dinyê. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwendîye. Paşê li Kırşehir ê dibistana mamostetiyê xelas kiriyê û qasî şeş salan li Amedê mamostetî kiriye. Piştî darbeya sala 1980î, nêzî çar salan di zîndana Amedê de maye. Niha malnişîn e û bi wêjeyê re mijûl e. Zewicî ye bavê çar zaroka ne. Heta niha berhemên nivîsîne ev in: yek helbest, du werger, çar çîrok û sê roman. Xebatên wî berdewam in.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …