Dem ne dema zimanê kurdî ye!

Bi damezrandina DEM Partiyê re hêvîya a ji bo xeteke bêtir kurd û kurdîstanî bilind bû.

Ji vê partiyê dihat hêvîkirin, kampanyaya ji bo hilbijartinên 31ê adarê li Kurdistanê bi kurdî bimeşîne.

Mixabin ev hêvî bi destpêka kampanyaya hevserokê partiyê Tuncer Bakirhan ji holê rabû.

Bakirhan kampanyaya xwe ya li Botan û Mêrdînê bi zimanê tirkî meşand.

Rola siyasetê ya ji bo parastina kurdî bi salane mijareke mayinde ya rojeva gelê kurd e.

Parazvanên ziman ji siyasetê daxwaz dikin, xebatên navxweyî û têkiliyên bi gel re bi kurdî bimeşîne.

Aliyekî girîng a van daxwazan, di warê bikaranîna kurdî ya di dema kampanyayên hilbijartinê de ye.

Partiyên kurd ên wekî HEP-DEP-HADEP-BDP-HDP di hemû kampanyayên xwe yên li Kurdistanê tirkî bi kar dianîn.

Bi damezrandina DEM Partiyê re hêvîya a ji bo xeteke bêtir kurd û kurdîstanî bilind bû.

Di vê çarçoveyê de ji vê partiyê dihat hêvîkirin, kampanyaya ji bo hilbijartinên 31ê adarê li Kurdistanê bi kurdî bimeşîne.

Dînamîzma ku DEM Partî di Roja Zimanê Dayikê ya îsal de nîşan da, vê hêviyê hîn bêtir xurtir kiribû.

Mixabin ev hêvî bi destpêka kampanyaya hevserokê partiyê Tuncer Bakirhan ji holê rabû.

Bakirhan 3 roj piştî Roja Zimanê Dayikê çû Cizîrê û li vî bajarê wekî keleyeke kurdî tê qebûlkirin, bi tirkî axaftina xwe kir.

Bakirhan vê helwesta xwe ya dûrî hişmendiya parastina zimanê kurdî, li navendên din ên Botanê, li Elkê û Şirnexê jî berdewam kir.

Bi dûv kampanyaya Botanê, Bakirhan îcar çû Mêrdînê û heman rewş li wir jî dûbare bû.

Hevserokê DEM Partiyê li Nisêbîn, Kerboran, Mîdyad û Dêrikê axaftina xwe ya hilbijartinê bi tirkî kir.

Hêjayî gotinê ye, Bakirhan di van mîtîngan de di destpêkê de bi kurdî silavê dide gel û çend hevokan bi kurdî dike.

Piştî vê, derbasî tirkî dibe û hemû axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê bi tirkî dike.

Dem dema zimanê kurdî ye!

Di daxuyaniya 11 sibatê partiyê de hatibû gotin, “em Partiya DEM wek vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin.”

Di 21ê sibatê de jî bi pêşengiya DEM Partiyê li 35 navendên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo zimanê kurdî çalakî hatibûn li dar xistin.

DEM Partiyê di proseya Roja Zimanê Dayikê ya îsal de ji bo zimanê kurdî gelek çalakî li dar xistibûn.

Çalakiyên partiyê bi daxuyaniya 11ê sibatê ya hevserokên Komîsyona Ziman û Çandê ya partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar dest kiribûn.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, “em Partiya DEM wek vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin.”

Daxuyanî bi slogana “Dem dema zimanê kurdî ye! bi dawî bûbû.”

Di 21ê sibatê de jî bi pêşengiya DEM Partiyê li 35 navendên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo zimanê kurdî çalakî hatibûn li dar xistin.

Yek ji xala vê daxuyaniya hevpar ku di heman rojê de hat weşandin, wiha bû:

“Bi taybetî em bang û gazî dikin ku; heft salî heta heftê salî divê her kurd û mirovekî xwedî bext ji bo pêkanîna daxwazên ji bo zimanê Kurdî be giyanê seferberiyê têbikoşin û bixebitin, Kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê û her dem bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bi Kurdî bijîn.”

Infowelat

——————————-

Foto: Dîmenek ji kampanyaya Tuncer Bakirhan a li navçeyên Mêrdînê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …