Butçeya Katalonyayê bû 43 milyar euro

Butçeya sala 2024an a Katalonyayê 43 milyar euro ye.

Tenduristî bi 12 milyar euroyî xwedî para herî mezin a di vê butçeyê de ye.

Perwerde, li dûv tenduristiyê qada duyemîn e û ji wê re 7.5 milyar euro hatiye veqetandin.

Butçeya sala 2024an a Katalonyayê 43 milyar euro ye.

Butçeya nû, ji aliyê hukumeta Katalonyayê pêşniyazê parlamentoyê hat kirin.

Parlamentoya Katalonyayê ji bo erêkirina butçeyê wê di nîvê meha adarê de bicive.

Partiya li ser kar Esquerra Republicana Catalana (ERC), tevlî Sosyalîstên şirîkê hukumetê wê dengên xwe di lehê butçeyê de bi kar bînin.

Lê ji bo erêkirinê dengên her partiyan têr nake û pêdivî bi partiyeke din jî heye.

Butçeya îsal ji ya sala 2023an % 6.3 zêdetir e û di dîrokê de butçeya herî mezin a Katalonyayê ye.

Tenduristî bi 12 milyar euroyî xwedî para herî mezin a di vê butçeyê de ye.

Perwerde, li dûv tenduristiyê qada duyemîn e û ji wê re 7.5 milyar euro hatiye veqetandin.

Para herdu qadan jî li gorî par zêdetir bûye.

Çand bi 566 milyon euroyê jê re hatiye veqetandin, qada sêyemîn a sereke ya butçeyê ye.

Bi % 19.5 îsal herî zêde para perwerdeyê di butçeyê de bilind bûye.

Hukumeta Esquerrayê dixwaze, heta dema dawî ya erka xwe, para perwerdeyê derxe % 2.

Di 20 salên dawî de zêdebûna butçeya Katalonyayê/Jêder: Catalan News

Butçe % 34 zêde bû

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka serokatiya Pere Aragones û vir ve butçe % 34 mezin bûye.

Pere Aragonesê ji ERCê di 2021an de bûbû serokê Katalonyayê.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka serokatiya Pere Aragones û vir ve butçe % 34 mezin bûye.

Pere Aragonesê ji ERCê di 2021an de bûbû serokê Katalonyayê.

Ji bilî van mesrefan, di butçeyê de bo karûbarên binesaziyê 3 milyar euro hatiye veqetandin.

Herwiha, di butçeyê de 2 milyar euroyê ji bo hatûçûna giştî  û 1 milyar euro ji bo lêkolîn û pêşketina aboriyê hatine veqetandin.

Katalonya Ji bilî butçeya herêmî, ji butçeya navendî ya Îspanyayê jî her sal alîkarî werdigire.

Îspanya di 2023an de 2.3 milyar euro transferê Katalonyayê kiribû.

Hukumeta katalan diyar dike, para Katalonyayê ya di Hilberîna Nesafî ya Îspanyayê de 19 ji % ye.

Katalonya li gorî vê performansa xwe ya aborîyê % 2 kêm pere ji butçeya Îspanyayê wergire.

Infowelat

————————-

Fotoyê sereke: Ala Katalonyayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …