Zextên li ser kurdî hatin protestokirin

Divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya Kurdî her dem têbikoşin.

21 sibatê ya Roja Zimanê Dayikê îsal bi çalakiyên berfireh hat pîrozkirin.

Li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Li bakurê Kurdistanê Amed, Batman, Riha, Mêrdîn, Cizîr, Sêrt, Colemêrg û Entab bûn  navenda çalakiyan.

Stenbol û Enqere jî bajarên Tirkiyeyê yên herî mezin bûn ku malovaniyê ji çalakiyan re kirin.

Pêşengiya piraniya çalakiyan ji aliyê DEM Partîyê hat kirin.

Herwiha, hin sendîka û saziyên zimanê kurdî jî tevlî çalakiyan bûn.

Di meş, daxuyaniyên çapemeniyê û semîneran de zextên dewleta tirk ên li ser kurdî hat protestokirin.

Fermîbûna kurdî û perwerdeya bi kurdî daxwaza hevpar a çalakiyan bûn.

Di piraniya çalakiyan de daxuyaniyeke hevpar hat xwendin.

Bi daxuyaniyê bang li saziyên kurd hat kirin, “stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin.”

Daxuyaniya hevpar 

 “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di bingeha xwe de, bi armanca parastin û wekheviya hemû zimanan hatiye îlankirin. Lê sed mixabin di roja me de jî hê gelek ziman bê statû ne û pêşeroja wan nediyar e; di bin xetereya pişaftin, helandin û jiholêrabûnê de ne. Îro li Anatoliyayê zimanên wek suryanî, lazî, boşnakî, hemşînî, çerkezî, ermenkî, rûmkî û Erebî li ber tunebûnê ne. Yek ji zimanên ku di xeterê de ye jî zimanê Kurdî yê bi dehan milyon Kurdan e.
Divê baş bê zanîn ku, zimanê Kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Zimanê Kurdî dil, giyan, hiş û laşê kurdan e. Zimanê Kurdî, xîm û sîwana yekitiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê Kurdî, kurd û Kurdistan jî nabin. Kurd, Kurdî û Kurdistan yekpare ne û nikarin ji hev bên veqetandin. Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê Kurdî di heman demê de azadiya kurd û Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan jî ev rastî nîşan daye û bîr, hişmendî, zanebûn, têkoşîn û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê Kurdî jî zêdetir kiriye.
Ji alyê din di roja me de hê jî ji aliyê hêzên serwer ve bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û rojanekirî hewl tê dayîn ku zimanê Kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin û jiholê bê rakirin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî ji bo me kurdan mijareke stratejîk, xeteke bingehîn a sor û jêneger e.
Zimanê Kurdî jî wek Îngilîzî, Elmanî, Fransî, Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê Kurdî û hemû zimanên din jî ew in. Ev rastî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê.
Ji ber vê yekê;
Em bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd serbestî û azadiya zimanê Kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Û dê ji niha û pê ve vê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Dem dema zimanê Kurdî ye’ ji her demê zêdetir bi awayekî domdar, şênber, afirîner, piralî û encamgir her dem û li her derê bilindtir, xurtir û firehtir bikin.
Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo zimanê Kurdî gelek zelal û şênber in;
* Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û statuyeke navneteweyî; hem li tevahiya Kurdistanê, hem li hemû dewletên ku kurd lê dijîn, hem jî di qada navneteweyî de, bi makezagonan û zagonên navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin, statuzekirin û mîsogerkirin.
* Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê an ku zimanê Kurdî jî wek hemû zimanên cîhanê yên xwedî statu ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê de cih bigire û ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan dibistanên Kurdî bên vekirin. Divê mufredat û hemû xalên din ên têkildarî mijarê ji aliyê kurdan ve bên diyarkirin.
* Divê Dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne xalên 17, 29 û 30’emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê Peymanê bi cî bîne.
* Divê zimanê Kurdî li cihên wek parlamento, parêzgeh, şaredarî, dadgeh, nexweşxane her qadên fermî û civakî serbest û azad be, kar û barên fermî bi kurdiya nivîskî jî bên meşandin.
* Divê bi awayekî fermî Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin û ji aliyê nunerên gelê kurd ve bê birêvebirin.
* Çi ji aliyê budçeyê ve, çi ji aliyê xebatkaran ve, çi jî ji hemû aliyên din ve ji bo zimanên wek Tirkî çi derfet hebin divê ji bo zimanê Kurdî jî ew derfet hebin.
* Divê navên hemû mezra, gund, tax, kolan, qad, bajarok, navçe, bajar, war, wargeh û jîngehên kurdan bi Kurdî bin.
* Her wiha divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya Kurdî her dem têbikoşin.
* Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, hunermend û zanayên kurdan ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li her qadê di asta pêşengiyê de têbikoşîn.
Bi taybetî em bang û gazî dikin ku; heft salî heta heftê salî divê her kurd û mirovekî xwedî bext ji bo pêkanîna daxwazên ji bo zimanê Kurdî be giyanê seferberiyê têbikoşin û bixebitin, Kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê û her dem bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bi Kurdî bijîn.
Em her mal, kolan, tax, mezra, gund, bajarok, navçe, bajar û jîngehekî bikin dibistan û zanîngeheke zimanê Kurdî.  Her bijî zimanê Kurdî, her dem Kurdî, her der Kurdî, dem dema zimanê Kurdî ye. Ji bo serbestî û azadiya zimanê Kurdî, her dem û li her derê têkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn.”

Foto: Dîmeneke ji daxuyaniya li Amedê/X-com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …