Serxwebûnxwaz û otonomîst ketin Parlamentoya Fransayê

Herêmên xwedî nasnameyeke etnîk ên girêdayî Fransayê di hilbijartinên dawî de bi ser ketin.

15 ji wekîlên otonomîparêz û serxwebûnxwaz ketin Parlamentoya Fransayê.

Herêmên xwedî nasnameyeke etnîk ên girêdayî Fransayê di hilbijartinên dawî de bi ser ketin.

15 ji wekîlên otonomîparêz û serxwebûnxwaz ketin Parlamentoya Fransayê.

Ev wekîl bakurê Baskê, Kaledonyaya Nû, Korsîka û hin herêmên din temsîl dikin.

Di hilbijartinê de herî zêde serfirazîya Emmanuel Tjibaou ya gelê kanak temsîl dikir, balê kişand ser xwe.

Tjibaou tevlî serxwebûnxwazên din ji % 52yê dengên li Kaledonyaya Nû girt.

Ev jî ji bo doza serxwebûna vê giravê dibe sebeba motîvasyoneke xurt.

Nûnereke din a ket Parlamentoya Fransayê endamê çepa serxwebûnxwazên Welatê Bask Abertzale ye.

Peio Dufaueyê endamê Euskal Herria Bai li bakurê Baskê bi ser ket.

Tevgera serxwebûna Korsîkayê di hilbijartinê de kursîyekê xwe winda kir û bû xwedîyê du kursîyan.

Tevî vê encamê jî, bidestxistina 2 kursîyan ji bo reforma otonomîyê Korsîkayê encameke pozîtîf tê nirxandin.

Herwiha, ji hin giravên dûrî Fransayê jî hin nûner ji bo Parlamentoya Fransayê hatin hilbijartin.

————————————————-

Foto: Peio Dufaue di Parlamentoya Fransayê de wê baska Bakur temsîl bike/X.com

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina …