Gelê kanak kursîyeke di Parlamentoya Fransayê de bi dest xist.
Ji 1986an û vir ve cara ewil nûnerekî gelê kanak dibe xwedî payeyeke bi vî rengî.
Serxwebûnxwazên Kaledonyaya Nû di hilbijartinên Fransayê de bi ser ketin.
Gelê kanak kursîyeke di Parlamentoya Fransayê de bi dest xist.
Emmanuel Tjibaou wê êdî Kaledonya Nû tevlî wekîlekî din ê rastgir û yekîtîparêz di Parlamentoya Fransayê de temsîl bike.
Ji 1986an û vir ve cara ewil nûnerekî gelê kanak dibe xwedî payeyeke bi vî rengî.
Kaledonyaya Nû di meha gulanê de bi serhildana li hemberê rêveberîya Fransayê hatibû rojevê.
Di protestoyan de 9 kes hatibûn kuştin, dikan hatibûn girtin, perwerde sekinîbû û hatûçûna hewayî hatibû sekinandin.
Sebeba serhildanê reforma qanûna hilbijartinan a Kaledonyaya Nû bû.
Fransa bi reformê xwestibû mafê hilbijartinê bide bi hezaran kesên 10 sal in li giravê bi cî bûne.
Paşê, serokê Fransayê Emanuel Macron reformê betal kiribû.
———————————————-
Foto: Nûnerê gelê kanak Emmanuel Tjibaou/X.com
Infowelat