Berxwedana li Kaledonyaya Nû bi ser ket

Serokê Fransayê Emanuel Macron reforma ku li Kaledonyaya Nû bûbû sebeba serhildanê, betal kir.

Protestoyên li giravê di 13yê gulanê de veguherîbû serhildanekê û di bûyeran de 9 kes hatibûn kuştin.

Serhildana gelê Kaledonyaya Nû ya li Pasîfîkê gihîşt encamê.

Fransa di meseleya reforma hilbijartina li herêmê paş ve gav avêt.

Serokê Fransayê Emanuel Macron reforma bûbû sebeba serhildanê, betal kir.

Macron got, “bi armanca xurtkirina diyalogê û vegera aramîyê” wî ev biryarê daye.

Pêşnûmaya nû mafên hilbijartinê dida 24,000 kesên ji vê giravê ne û bi vî awayî alîgirên yekîtîya bi Fransayê re xurtir dikir.

Rêxistinên gelê kanak reformê hewldaneke bêtir marjînalkirina hebûna xwe ya sîyasî nirxandibûn.

Pêşnûmeya reformê ji alîyê parlamento û senatoya Fransayê ve hatibû qebûlkirin û kêm mabû bûbûna qanûn.

Protestoyên li paytexta giravê Noumeayê di 13yê gulanê de veguherîbû serhildanekê û pevçûna bi hêzên fransî re bi rojan dom kiribû.

Di serhildanê de 9 kes hatibûn kuştin û gelek kes birîndar bûbûn.

Fransa li giravê rewşa awarte ragihandibû û ji bo berxwedanê bitepisînin hêzên nû şandibû Kaledonyaya Nû.

Emanuel Macron di gulanê de ji bo dîtina rewşa dawî çûbû serdana giravê û siyaseta Kaledonyaya Nû re hevdîtinan kiribûn.

Kanak miletê otokton ên girava Kaledonyaya Nû ne û di encama mêtingerîyê de nifûsa wan daketîye ji % 41ê civakê.

Rêxistinên kanak serxwebûna giravê daxwaz dikin lê ji ber hêza sîyasî ya alîgirên bi Fransayê re di referandûmên serxwebûnê de têk diçin.

….…………………………………………………..

Foto: Dîmeneke ji alaveke agirpêketî ya li Kaledonyaya Nû/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …