Êriş wê şensê hilbijartina Trump zêde bike

Trump piştî êrişa li Pennsylvaniayê kulma xwe ya jidyayî rakir hewayê û biryardarîya xwe ya ji bo têkoşînê îfade kir.

Trump êdî wê bikaribe xwe wekî mexdûr nîşan bide û desteka xwe ya sîyasî ya di nava civakê de xurtir bike.

Namzetê serokatîya Amerîkayê Donald Trump duh rastî êrişeke çekdarî hat.

Trump di êrişa di mîtînga Pennsylvaniayê de pêk hat, bi silametî rizgar bû.

Êrişkar ji alîyê polêsan ve hat kuştin û du kes jî bi giranî birîndar bûn.

Trump piştî êrişê, kulma xwe ya jidyayî rakir hewayê û biryardarîya xwe ya ji bo têkoşînê îfade kir.

Lewma vê îmaja Trump a piştî êrişê ket rojeva cîhanê.

Cîhan niha encamên polîtîk ên vê êrişê nîqaş dike.

Tê ragihandin, wê alozîya di navbera komarger û demokratan hîn bêtir kûrtir bibe.

Demokrat Trump bi dijberîya sîstema demokratîk a Amerîkayê sûcdar dikin.

Herçî Trump e, xwe wekî kesekî derveyî polîtîkaya elît pênase dike û êrişên giran dibe ser rêveberîya Joe Biden.

Hêjayî gotinê yê, Biden û Trump di weşana zindî ya CNNê de hatibûn pêşberî hev û Biden bi performansa xwe ya lawaz têk çûbû.

Niha bawerî ev e, piştî êrişa li Pennsylvaniayê wê şensê hilbijartina Trump zêdetir bibe.

Trump êdî wê bikaribe xwe wekî mexdûr nîşan bide û desteka xwe ya sîyasî ya di nava civakê de xurtir bike.

————————————————-

Foto: Dîmenê Donald Trump ê piştî êrişa çekdarî 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …