Du wekîlên ji Corwallê ji serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re nameyekê nivîsîn.
Siyasetvanên cornwallî di nameyê de daxwaza otonomîyê kirin.
Wekîlên ji Cornwallê daxwaza otonomîya herêmî dikin.
Du wekîlên ji Parlamentoya Brîtanyayê yên ji Cornwallê Ben Maguire û Andrew George ji bo vê meseleyê nameyekê ji serokwezîr Keir Starmer re nivîsîn.
Her du siyasetvan di nameyê de dan zanîn, Cornwall xwedî nasnameyeke çandî û dîrokî ye.
Serfirazîya otonomîya Welatê Gal ji bo Cornwallê wekî nimûne hat nîşandan û bi van gotinan daxwaza otonomîyê hat îfadekirin:
“Em hêvî dikin ku hukumet wê di qada aborî, plankirina bajarvanî, tenduristî, hatûçûn, avhewa, parastina çandî, polîtîkayên bihêzkirina civakê û teşwîqkirina karsazan de erkan dewrê Cornwallê bike.”
Di nameyê de destnîşankirin, “ligel sebebên aborî û cografî ya ji bo transferkirina erkan, giringiya çandî û dîrokî ya Cornwallê di çarçovaya zimanên herêmî û kêmar de ji alîyê hukumeta brîtanî ve hatîye naskirin.”
Di dawiya nameyê de hat daxwazkirin, wezîrên hukumeta brîtanî bi wekîlên Cornwallê ên hatine hilbijartin re bicivin û rêûbazên transferkirina erkan gotûbêj bikin.
Ku der e Cornwall?
Cornwall (Kernow) parêzgeheke li başûrê Brîtanyayê ye ku nifûsa wê 566,000 e.
Cornwalla ku berfirehbûna erdên wê 3,500 km2 ye, di dîrokî de xwedî nasnameya kelt bû.
Brîtanya di 2014an de bi fermî hebûna herêmî û zimanê wê kernewek ku êdî di xetereyê de ye naskir.
Di heman salê de Konseya Cornwallê hat damezrandin û hin erkên bisînorkirî dewrê konseyê hat kirin.
Kernewek ji alîyê UNESCOyê ve di nava “zimanê di bin xetereya dijwar de” hatîye bicîkirin.
———————————————
Foto: Ala Cornwallê
Infowelat