Perû 203 sal in serbixwe ye

Perû 203 sal berê ji Împaratorîya Îspanyayê veqetîya û bû welatekî serbixwe.

Şerê rizgarîya vî welatî di 1809ande dest pê kir û General San Martin di 1821a serxwebûnê ragihand.

28ê tîrmehê roja serxwebûna welatê Amerîkaya Latîn Perûyê ye.

Perû 203 sal berê ji Împaratorîya Îspanyayê veqetîya û bû welatekî serbixwe.

Şerê rizgarîya vî welatî di 1809ande dest pê kir û General San Martin di 1821a serxwebûnê ragihand.

Berîya vê, di 15ê tîrmeha 1821an de 300 niştecîyên naskirî yên Limayê Biryara Serxwebûna Perûyê îmze kirin.

Deklerasyona serxwebûnê bi çalakîyeke girseyî ya di 28ê tîrmehê de ji alîyê General San Martin ve hat ragihandin.

16,000 kes tevlî bernameya ragihandina serxwebûnê ya li bajarê Limayê bûn.

Îspanya vê qebûl nekir û êriş bir ser hêzên serxwebûnxwaz.

Perû welatekî mezin ê parzemîna Amerîkaya Latîn e. Nifûsa welêt li derdora 34 mîlyon e./Wikipedia

Lêbelê Artêşa îspanyol di 1824an de di şerên Junin û Ayacuchoyê de hat têkbirin.

Tevlî vê jî şerê bi hêzên Îspanyaya kolonyal re du salên din dewam kir.

Hêzên îspanyol di 1826an de xwe radestî serhildêrên Perûyê kirin.

——————————————–

Fotoyê sereke: Ala Peruyê/Convenioandresbello.org

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina …