Qanûna Paşnav destpêka Tirkkirinê ye

Qanûna Paşnav ku yek ji kodên damezrandinê yên dewleta Tirk e, di 21’ê Hezîrana 1934’an de hate qebûlkirin.

Dewleta Tirk wê hemû pênaseyên Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê tune bikira, bi rêya paşnavan wê têkiliya wan bi Tirkbûnê daniya.

Bi Qanûna Paşnav re ku piştî damezrandina komarê kete meriyetê, li hemberî gelên din ên li nava dewleta Tirk polîtîkaya asîmîlasyonê dest pê kir.

Qanûna Paşnav ku yek ji kodên damezrandinê yên dewleta Tirk e, di 21’ê Hezîrana 1934’an de hate qebûlkirin, 2’ê Tîrmeha 1934’an li Rojnameya Fermî hate weşandin û 2’ê Çileya 1935’an kete meriyetê. Qanûnê diyar dikir ku her kesên di nava sînorên dewleta Tirk de dimînin neçar in paşnavekî li xwe bikin.

Dema ku qanûn derket, rojnameyên wê demê ji bo qanûnê digotin, ‘Êdî kes wê bi cudahiya çînî neyên pênasekirin, her kes wê karibe paşnavê dixwaze li xwe bike” lê belê rastî ne bi wî rengî bû. Dewleta Tirk wê hemû pênaseyên Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê tune bikira, bi rêya paşnavan wê têkiliya wan bi Tirkbûnê daniya. Ji xwe paşnavên ku li Kurdan hatin kirin jî bi vî fikrî hatin destnîşankirin. Kurdekî bi tenê jî nekarî paşnavê ku dixwaze li xwe bike.

Ji ber ku di Qanûna Paşnav de dihate gotin, paşnavên li xwe bêne kirin divê bi Tirkiya cewherî be, Kurdekî nekarî bi zimanê xwe paşnavekî li xwe bike. Berevajî vê yekê paşnavên ku dewleta Tirk diyar kir, li Kurdan hate kirin. Ne tenê ev yek hate kirin, dewleta Tirk dema ku paşnav da Kurdan û ew tevlî nifûsa Tirkan kir, roja rojbûna wan jî li gorî xwe diyar kir. Hewldanên ji bo jêbirina rabirdûya Kurdan ne bi guhertina paşnav û roja rojbûnê dewam kir. Piştî ku Qanûna Paşnav kete meriyetê, roja rojbûna hemû Kurdên li nifûsa Tirk hatin nivîsandin bi 1’ê Çileyê hate diyarkirin.

Ji guhertina civakê ber bi guhertina etnîsîteyê ve

Cemiyeta Îttîhat Terakkî ku di pêvajoya hilweşîan Osmanî de xurt bû û li ber Osmanî rabû, weke karê destpêkê, dest bi guhertina civakê kir. Ji bo gelên cuda û komên olî yên li nava Osmanî bike Tirk, hewl da û êrîşa wê ya herî girîng a di vê mijarê de jî Qirkirina Ermenan a 1915’an bû. Ji sala 1915’an heta bi dema avakirina komarê cemiyetê ji bo Ermen û Rûman ji xaka wan biqewirîne û kesên dixwazin li şûna wan bi cih bike, gelek caran êrîş kir û komkujî pêk anî.

Nûçeyeke rojnameya Milliyetê ya li ser Qanûna Paşnavê. Foto: Bitlisname

Guhertina civakê ya bi destê Îttîhat Terakkî bi avabûna komarê re veguherî guhertina etnîsîteyê. Yek ji serkêşên îttîhatê yê wê demê Dr. Nazim di civînekê de têkildarî armanca xwe wiha axivî bû: “Me ev înqilab ji bo çi kir? Armanca me çi bû? Ji bo Sûltan Hamîd û hevalên wî ji şûna wan rakin û li şûna wan rûnên? Ez yeqîn nakim ku bi vî rengî be. Ji bo vejandina Tirkîtiyê ez bi we re bûm heval, hevrê, bira. Ez dixwazim ku Tirk, tenê Tirkbûn weke civakekê li vê derê serwer be. Ji bilî Tirkan pêkhateyên din hemû bila têk biçin. Ji kîjan ol û mezhebê dibe bila bibe divê ev war ji kesên ne Tirk in bê paqijkirin. Ol ji bo min bêqîmet e. Ola min Tûran e. Eger paqijiyeke tam, îmhayeke tam neyê kirin, heyfe ji me re! Em ê nikaribin li cihê ku îro em lê ne rûnên. Wê sibe ji piyê me bigirin û biavêjin, ne tenê biavêjin wê bikujin. Bi şoreşê re rehm nîne. Divê em astengiyên li pêşiya armanca xwe ji holê rakin.”

Kadroyên komarê ku hewldanên guhertina civakê yên Îttîhat Terakkî bi gavekê bi pêş ve birin, ji her alî ve dest bi guhertina etnîsîteyê kirin. Ev pêvajo jî bi êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan û gelên din destpê kir. Ji aliyekî ve êrîşên leşkerî hatin kirin, li aliyê din jî bi qanûnên mîna qanûna paşnav, hewl dan gelan asîmîle bikin.

Serjimartin û Qanûna Paşnav

Li Tirkiyeyê tevî ku qanûna paşnav kete meriyetê Kurdan demeke dirêj paşnav li xwe nekirin, li şûna vê yekê bêyî ku biçin daîreyên dewletê, jiyana xwe dewam kirin.

Lê belê dewleta Tirk bi sedan karmend wezîfedar kir, şand her devera Kurdistanê, hem dest bi dayina paşnavan li Kurdan kir hem jî hejmara Kurdan hîn bû.

Li Tirkiyeyê tevî ku qanûna paşnav kete meriyetê Kurdan demeke dirêj paşnav li xwe nekirin, li şûna vê yekê bêyî ku biçin daîreyên dewletê, jiyana xwe dewam kirin. Lê belê dewleta Tirk bi sedan karmend wezîfedar kir, şand her devera Kurdistanê, hem dest bi dayina paşnavan li Kurdan kir hem jî hejmara Kurdan hîn bû. Armanca van karmendên dewletê ne ew bû ku paşnavê Kurd dixwazin li wan bikin an jî li derdê wan guhdarî bikin, armanca wan ew bû ku Kurdan qeyd bikin, rê û rêbazên welê peyda bikin ku wan bikin mîna koleyên Tirkan.

Welê jî bû. Karmendên ku çûn Kurdistanê karê wan ê destpêkê gera li gundan, qeydkirina Kurdan, hewldana jêbirina rabirdûya wan bû. Rojbûna Kurdan kirin rojek (Mînak: 01.01.19), bi vî rengî ew ji rabirdûya wan qut kirin.

Karê duyemîn ê karmendên dewletê jî ew bû ku paşnav bidin Kurdan, wan bi temamî bixin nava nasnameya Tirkbûnê. Dema ku ev kirin jî li gorî têgihiştina neteweperestiyê kirin ku Wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmût Esat Bozkûrt bi vî rengî pênase kiribû: ‘Li Tirkiyeyê nijadên ji bilî Tirkan tenê xwedî mafekî ne. Ew jî mafê kolebûna ji Tirkan re.”

Paşnavên Tirk li Kurdan kirin: Turkekul, Turkoglu

Li Tirkiyeyê mirovan li gorî daxwaza xwe paşnavek ji xwe re diyar dikirin, lê li Kurdistanê karmendên dewletê li gorî lîsteya li ber destê xwe, bêyî ku ji gel bipirsin yekser paşnav li wan kirin.

Kurdan ti carî nekarîn paşnavê li gorî dilê xwe li xwe bikin. Ne tenê paşnav her wiha nekarîn navekî bi zimanê xwe jî li xwe bikin. Bi qanûna paşnav re li dijî Kurdî polîtîkayeke qedexeyê jî destpê kir.

Li Tirkiyeyê mirovan li gorî daxwaza xwe paşnavek ji xwe re diyar dikirin, lê li Kurdistanê karmendên dewletê li gorî lîsteya li ber destê xwe, bêyî ku ji gel bipirsin yekser paşnav li wan kirin. Komara ku li ser tunekirina rabirdûya Kurdan sîstemek ava kir, gava xwe ya herî girîng bi vî rengî avêt. Paşnavên ku Kurdan biçûk bixîne, heqaretê li wan bike, carna jî nîşan bidin ku Tirk in, li wan hate kirin.

Çend ji paşnavên ku li Kurdan hatin kirin 

“Türk, Öztürk, Türkmen, Oğultürk, Oğuztürk, Türkoğuz, Türkoğlu, Cantürk, Kantürk, Şentürk, Türköz, Türksoy, Türkeş, Türkyılmaz, Korkmaztürk, Ölmeztürk, Türkölmez, Öztürkaslan, Aslantürk, Doğantürk, Türkdoğan, Türkeli, Türkeri, Yiğittürk, Türkoğuz, Dağtürk, Tümtürk, Göktürk, Soytürk, Paktürk, Göçtürk, Soylu, Aksoy, Paksoy, Türksoy, Akmansoy, Acarsoy, Ulusoy, Yücesoy, Yılmazsoy, Korkmazsoy, Türkmensoy, Tekinsoy, Çetinsoy, Metinsoy, Atasoy, Aslansoy, Göksoy, Gürsoy, Dermansoy, Çetinsoy, Tekinsoy, Soypak, Temizsoy, Toydemir, Soydemir. Oğuz, Göker, Timuçin, Temuçin, Turhan, Turani, Gökalp, Gökdeniz, İldeniz, İlden, Temurtaş, Afşar, Avşaroğlu, Yüksel, Yılmaz, Korkmaz, Yiğit, Özkan , Orhun, Soydan, Solmaz, Özcan, Atilla, Hun, Metin, Tekin, Çetin, Timurlenk hwd.”

——————-

Ev gotar cara ewil di ANFkurdî de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal wiha ye: Gava destpêkê ya Tirkkirinê: Qanûna Paşnav 

Foto: ANFKurdî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Biden ji namzetîya serokatîyê vekişîya

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh ji namzetîya serokatîyê vekişîya. Nêzîkî mehekê ye ji bo ji …