NATO dixwaze derî li Swêdê veke

NATO di 11-12 Tîrmehê de li paytexta Lîtvanya Vilniusê civînekê li dar dixe.

Mijara endamtiya Ukraynayê û astengiya Tirkiyeyê ya li dijî endamtiya Swêdê wê di vê civînê de werin rojevê.

NATO di 11-12 Tîrmehê de li paytexta Lîtvanya Vilniusê civînekê li dar dixe.

Di civînê de mijara herî girîng şerê li Ukraynayê û endamtiya vî welatî ya NATO’yê ye.

Meseleyeke din a wê li Vilniusê were rojevê astengiya Tirkiyeyê ya li dijî endamtiya Swêdê ye.

Beriya civînê, Swêd cara dawî hewl da astengiya Enqereyê ya li ser riya wê bi dawî bike.

Sekreterê Giştî ya NATO’yê Jens Stoltenberg bi daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de derbarê mijarê de axivî.

Stoltengberg got, digel hin pêşketinan jî her du alî hîn dûrî lihevkirinê ne.

Şefê NATO’yê da zanîn, Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson wê roja duşemê li Vilniusê bicivin.

Hukumeta Kristersson a Swêdê ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, di Destûra Bingehîn a welêt de guherîn pêk anîbû û qanûneke antî-terorê qebûl kiribû.

NATO û Amerîka hewl didin ji bo endamtiya Swêdê dewleta Tirk qayil bikin.

Endamtiya welatekî ya NATO’yê divê ji aliyê hemû endaman ve bê erêkirin.

Tirkiye bi hinceta li hemberê sazî û şexsiyetên Kurd ên li nava xwe polîtîkayeke nerm dimeşîne, endamtiya Swêdê asteng dike.

Hukumeta Kristersson a Swêdê ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, di Destûra Bingehîn a welêt de guherîn pêk anîbû û qanûneke antî-terorê qebûl kiribû.

Herwiha, Stockholm di çarçoveya polîtîkaya xwe ya nû de reforma qanûna antî-terorê pêk anîbû.

Lêbelê ev gavên wekî xwespartinê dilê rejîma Erdogan rihet nekiribû û Enqere daxwaza radestkirina şoreşgerên Kurd kiribû.

NATO li bende Swêdê ye 

Swêd welatê herî mezin ê Skandînavyayê ye û bi coxrafyaya xwe ya nêzîkî Rûsyayê, ji bo NATO’yê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Swêd û Fînland di Gulana 2022’an de serî li endamtiya NATO’yê dabûn.

Swêd bi vê gava xwe dawî li polîtîkaya xwe ya bêalîbûnê ya 200 salî anîbû.

Tirkiye piştî astengiyeke kurt, endamtiya Fînlandê qebûl kiribû lê endamtiya Swêdê veto kiribû.

Swêd welatê herî mezin ê Skandînavyayê ye û bi coxrafyaya xwe ya nêzîkî Rûsyayê, ji bo NATO’yê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …