Nûnawût daxwaza desentralîzasyonê kir

Serokê herêma Nûnawût a li bakurê Kanadayê Eva Aariak ji hikumeta federal a Kanadayê daxwaz kir ku di warê desentralîzasyonê de bi wan re dest bi muzakereyê bike.

Aariak li ser vê mijarê da xuyakirin ku divê di warê hêza kontrola ax, av û çavkaniyên xwezayî de hikumeta Ottawayê bi wan re muzareyan bimeşîne. Aariak da zanîn ku “ji ber ku muzakereyên di derbarê desentralîzasyonê de dereng ketin, fikarên wê her ku diçe zêdetir dibin.”

Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper di dema geşta xwe ya îsal de ku her havînê li bakurê Kanadayê li dar dixe, li Rankin Inletê bi seroka Nûnawûtê re hevdîtinekê pêk anî. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî hevdîtinê ji aliyê ofîsa serokatiya Nûnavûtê hat weşandin de hat destnîşan kirin ku “Serokwezîr Harper careke din desteka xwe ya ji bo parvekirina hêzê anî ziman.”

Rêvebiriya Nûnawûtê ji mêj ve daxwaza bidestxistina hêza kontrolê ya li ser çavkaniyên xwezahî dike û daxwaz dike ku şîrketên ku madenên li herêmê derdixin bacê bide wan.

Statûya Nûnawûtê

Nûnawût herêmeke pir mezin a li bakurê Kanadayê ye ku mezinbûna erda wê 1,9 km2’ye. Ji ber ku pir nêzîkî herêma Artktîk a li dora qutûba bakur e, ji bo wargehên mirovan pir ne musaît e û lewma jî bi tenê 31,000 înûît ku geleki xwecî ye li wir dijîn. Nûnawût di 1999’an de ji Erdên Bakurêrojava hat veqetandin û statuya “erd” (territory) wergirt.

Tevlî Nûnawût, Erdên Bakurêrojava û  Yûkonê, li Kanadayê sê herêmên xwedî statuya “erd” hene. Di Tebaxa 2013’an de hikumeta Kanadayê bi Erdên Bakurêrojava’re li hev kir ku hêza biryardayina li ser ax, av û çavkaniyên xwezayî transferî hikumeta vê herêmê bike. Her wiha hat lihevkirin ku baca ku şîrketên madenê didin Kanadayê, bi hikumeta herêmê re bê parvekirin.

Çavkanî: Nationalia, The Globe and Mail

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …