Giraveke Solomonê referandûma serxwebûnê li dar dixe

Çîn ji bo pêşî li dîplomasiya Taywanê bigire demeke dirêje bernameyekê li ser vê mijarê dimeşîne..

Di vê çarçoveyê de heta niha bi sozên alîkariya aboriyê hin welat hatine qayilkirin..

Yek ji wan jî Giravên Solomon bû ku di encama hevdîtinên bi Çînê re têkiliyên xwe ji Taywanê birî..

Ev yek di nava welêt de bû sebeba aloziyan û giravake Solomonê biryara referandûma serxwebûnê da..

Solomon bi 650 hezar nifûsa xwe ji komegiraveke li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Ev giravên ku zêde nakevin rojeva cîhanê vê carê bi aloziya navbera Çîn û Taywanê hatin rojevê.

Solomon heta niha xwediyê siyaseta dostaniyê ya bi Taywanê re bû.

Lê Çînê ket pey rêvebiriya vê giravê û di dawiyê de ji bo têkiliyên xwe bi Taywanê re qut bike, ew qayil kir.

Giravên Solomonê

Ev bûyer di medyaya fermî ya Çînê de demeke dirêj cî girt û wekî serfiraziyeke dîplomatîk hat nîşandan.

Lê piştî van geşedanan, bûyereke ku tu kes ne li bende bû li Solomonê pêk hat.

Girava Malaîta ku nifûsa wê qasî 200 hezarî ye li dijî biryara hukumetê reaksiyon nîşan da.

Û bi dûv re jî biryar da ji Giravên Solomonê veqete.

Rêvebirê giravê Danîel Suidanî di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir, ew ê ji bo serxwebûnê referandûmekê li dar bixin.

Rêvebirê Girava Malaîtayê Daniel Suidani

Par jî li Girava Bouganvillea cîranê Solomonê ku di destê Papûa Nîw Gîneyê de ye referandûmek serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di referandûmê de piraniya welatiyan ji bo serxwebûna giravê dengên xwe bi kar anîbûn.

Hêjayî gotinê ye, îsal wê referandûmek serxwebûnê li girava Kaledonyaya Nû ya di destên Fransayê de ji bo serxwebûnê wê welatî biçin ser sindoqan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …